Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê: Em xwedî li Efrînê derbikevin

Meclîsa  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Şengalê ji ber êrîşên dewleta Tirk ya li ser Efrînê û komkujiya li Şehbayê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku heya dawiyê ew ê piştgiriya Efrînê bikin.

Meclîsa Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Şengalê ji ber êrîşên dewleta Tirk ya li ser herêma Efrînê û Komkujiya li Şehbayê pêk tê daxuyaniyek dan û tê de diyar kirin ku gelê Êzîdî ew ê heya dawiyê piştgiriya Efrînê bike.

Daxuyaniya Meclîsa Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Şengalê wiha ye:

“Ev demek e ku di raya giştî de diyar dibe ku dewleta Tirk û hevalbenden wê di siyaseta xwe de careke din di îflasiyê xistin. Ji ber wê yekê dest bi planên xwe yên dijmirovahiyê kirin. Tê zanîn ku dewleta Tirk û hevalbendên wê bi hemû awayan alîkariya çeteyên DAIŞ`ê dikin. Piştî ku DAIŞ li Reqa û Mûsilê  ber bi tunebûnê ve diçe, êdî dewleta Tirk û hevalbendên wê ketine metirsîyeke mezin, ji bo ku DAIŞ li ser piyan bimîne û tune nebe, çi were ser milê wê, dike. Ji bo ku careke din DAIŞ bi hêz bike êrîşên xwe birin ser Rojavayê Kurdistanê, tê zanîn hêza herî bêtir şerê DAIŞ’ê kiriye û DAIŞ ber bi tunebûnê biriye Hêzên Sûriyeyê ya Demokratîk e. Dewleta Tirk ji bo ku DAIŞ tune bibê şerê wan hêzan dike û li ser vî esasî êrîşên xwe birin ser Efrînê û komkujî li ser Şehbayê pêk anîn. Em weke Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê vê êrîşa li ser Efrînê li ser gelê Êzidî û Êzidxanê dibînin. Ji ber ku ew zihniyeta ku êrîşî Efrînê dike her ew feraset bû ku di Tebaxa 2014’an de êrîşî gelê Êzîdî kir û di encamê de gelek jin û zarokên Êzîdî hatin girtin û di sûkan de hatin firotin.  Ji ber pêşîgirtina li van fermanan û komkujiyan Yekinîyên Jinên Şengalê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YJŞ-YBŞ) hatin avakirin. Ji bo ku tola keç û jinên Şengalê were rakirin û yên destê wan de mayîn werin rizgarkirin Yekîneyên Jinên Şengalê berê xwe dan Reqayê û tevlî pêngava Cenga Mezin bûn.

Em weke Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê tevlîbûna wan ya vê pêngavê pîroz dibînin. Heta dawiyê em ê piştgiriya wan bikin. Her hêzeke ku cihê xwe divê pêngavê de digire û şerê DAIŞê dike, em berxwedaniya wan silav dikin û pîroz dibînin. Her wiha em êrîşen dewleta Tirk a faşîst ya li ser Efrînê şermezar dikin. Em vê êrîşa li ser Efrînê ku tê meşandin li ser mirovahiyê bi temamî dibînin. Em bangî hemû sazî û dezgehên mafê mirovan dikin û her kesekî xwe mirov dibîne divê li hemberî vê bêexlaqî û bêmirovatiya li ser Efrînê û jinên Êzîdî rabe piya û xwedî li vê berxwedaniyê derkeve.”