Meclîsa Xweser a Şengalê li ber lêkirina dîwar rabû: Em ê ti carî qebûl nekin

Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê li ber lêkirina dîwarê di navbera Şengalê û Rojavayê Kurdistanê de rabû û destnîşan kir ku wê ti carî vê hewldanê qebûl nekin.

Li hemberî lêkirina dîwarê ku hikumeta Iraqê di navbera Şengalê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de lê dike, Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê li gel nûnerên hemû saziyan daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî li baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan ê li Şengalê hate dayin û Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de fermana 3'ê Tebaxa 2014'an hate bibîrxistin ku hate ragihandin ku di dema fermanê de PKK û gerîlayên Kurdistanê li ber tarîtiya DAÎŞ'ê şer kirin û ew ji fermanê rizgar kirin.

Meclîsa Rêveberiya Xweser got, "Niha jî artêşa Iraqê di navbera Rojava û Şengalê de dîwar lê dike, beton datîne. Şervanên PKK'ê di vî sînorî de korîdora mirovî vekirin û bi hezaran Êzidî û pêkhateyên din rizgar kirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Şengal a xwe bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kiriye, êdî Şengal a berê nîne û wiha hate gotin:

"Em weke civaka Êzidî û hemû pêkhateyên din ên li Şengalê bi rengekî azad û demokratîk bi hev re dijîn. Ev yek jî bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan û PKK'ê ye."

Bi navê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê jî li hemberî dîwarê di navbera Şengalê û Rojavayê Kurdistanê de tê lêkirin ev helwest hate nîşandan:

"Bi navê Rêveberiya Xweser em çêkirina vî dîwarî şermezar dikin û ti carî qebûl nakin. Ji ber ku dîwar çûn û hatina herdu aliyan qut dike. Ev rêgeh ji bo me Êzidiyan rêya rizgariya ji her cûre êrişan e."

Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir:

"Em bang li cihên pêwendîdar dikin, ku dest li vê yekê werdin, ji bo ku lêkirina vî dîwarî bê rawestandin û dawî li neheqiya li ser pêkhateyên Şengalê bê anîn."