Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em ê hesabê dîrokî ji dijmin û kujeran bipirsin

Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker, ji bo Êzidiyan bê serî, bê parastin bihêle bi taybetî êrişî pêşengên civakê dike û destnîşan kir, ku armanc û daxwaza Şehîd Seîd Hesen tifaqa Êzidiyan bû, ew ê jî vê pêk bînin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser êrişa doh a dewleta Tirk a li ser Şengalê daxuyaniyek da.

MEHA BI ÊŞ, JAN Û XEMGÎNIYÊ

Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku meha Tebaxê ji bo Êzidiyan bi êş, jan û xemgîniyê dagirtî ye û hate gotin, "Dijminê me her tim xwestine vê mehê ji bo me Êzidiyan bikin meha şîn û girî. Weke mînak; komkujiyên Til Izêr, Sîba Şêx Xidir û Gir Zerik a 14'ê Tebaxa 2007'an ku çend roj berê me qurbaniyên wê bi bîr anîn."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrişên hov ên DAÎŞ'ê yên li ser Şengalê di 3'ê Tebaxa 2014'an de dest pê kir ku armanc ji êrişan tunekirina çand, ol û baweriya Êzidiyan bû û dagirkirina Şengalê bû.

Rêveberiyê diyar kir ku 15'ê Tebaxa 2014'an li Koço li ber çavên cîhanê komkujiyeke mezin hate kirin û sala 2018'an di roja salvegera vê komkujiyê de Mam Zekî Şengalî dema ji şîna Koço vedigeriya li gel hevrêyê xwe Mahîr, di êrişa dewleta Tirk a faşîst de şehîd hatin xistin.

Rêveberiya Xweser ragihand ku li gel van êriş û fermanên bi serê wan ve hatiye, dijminê ol, çand, ax û baweriya Êzidiyan her roj li pey kuştina Êzidiyan e, li pey qetilkirina pêşeng, parêzvan û fermandarên wan e.

DI ROJÊN TENG DE BEREVANÎ JI BO ŞENGALÊ KIRIN

Rêveberiyê diyar kir ku 16'ê Tebaxa 2021'ê, dewleta Tirk a ku dijminê Êzidiyatiyê ye careke din êrişeke bêbext li Şengalê kir û fermandar Seîd Hesen û şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd xist.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ev herdu hevalên pêşeng, di rojên teng de berevanî ji bo Şengalê kirin. Em zanin ku dewleta Tirk a dagirker ji çar aliyên cîhanê çete kom kirin û bi ser Kobanê û Şengalê de şandin. Wê demê fermandar û pêşengê me heval Seîd tevî malbata xwe, ku yek ji wan jî hevalê Îsa bû, çek rakirin û parastina Şengalê kirin, ji bo Êzdiyatiyê şer kirin. Dema xayinan pişta xwe dan Şengalê û xwestin Şengalê radestî DAIŞ’ê bikin wê demê hevalê Seîd rabû û got 'Em xwedanê miletê xwe ne, em ê parastina xwe bikin. Em şervan in, em fermandar in. Em Şengalê nadin tu kesî, em parezvanên xwe ne, em şerkerên xwe ne'."

ARMANC JI ÊRIŞAN DUBAREKIRINA FERMANÊ Û BÊPARASTINHIŞTINA ÊZIDIYAN E

Rêveberiyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi taybetî êrişê dibe ser şervan û fermandarên Êzidxanê yên ku dibin bingeha tifaqa Êzidiyan û şehîdxistina Ş. Zerdeşt, Ş. Êzdîn, Ş. Cîlo, Pîr Hemîd, Ş. Genco, Mam Zekî, Ş. Mahîr û herî dawî Ş. Seîd û Ş. Îsa bi bîr xist.

Li ser armanca êrişên dewleta Tirk jî hate ragihandin ku tê xwestin ferman bê dubarekirin û Êzidî bê serî, bê parastin û bê xwedan bên hiştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Piştî sala 2003’an û heya fermana 2014’an Şengal di bin desthilatdariya PDK’ê de bû. Di dema desthilatdariya PDK’ê de jî gerek caran astengî ji hevalê Seîd re hatine çêkirin ku kar û xebatên ji bo Êzîdxana azad nemeşîne. Gelek caran hewldanên girtina wî hatine kirin. Dixwestin rê li ber hevalê Seîd bigirin ku xizmeta Êzidiyan neke. Lê bi israra xwe, bi kesayeta xwe ya berxwedêr, bi dilekî mezin YBŞ bi ked û baweriya kesên wek hevalê Seîd hate avakirin. Her wiha cihekî taybet a hevalê Seîd di Meclîsa Gel a Şengalê de jî hebû. Di nav civaka Êzidî temamî de cihê hevalê Seîd taybet û cûda bû."

'BALKÊŞ E, ÊRIŞ DI ROJA SERDANA KAZIMÎ DE HATE KIRIN'

Rêveberiyê bi bîr xist ku êriş di roja serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî de ya li Şengalê pêk hat û wiha dewam kir, "Ji salên 80’yî ve ye cara yekem e ku serokkomar an jî serokwezîrek Iraqê serdana Şengalê bike. Hêvî û bendewarî ew bû ku Serokwezîr Kazimî di serdana Şengalê de bi sazî û dezgehên ku îradeya civaka Êzidî temsîl dikin re jî hevdîtinê bike. Tam di vê rojê de pêkhatina vê êrîşê, hedef û armancên mezin a dijmin û dagirkeran jî radixe ber çavan."

'DAXWAZA HEVALÊ SEÎD TIFAQA ÊZIDIYAN BÛ, EM Ê VÊ PÊK BÎNIN'

Rêveberiya Xweser a Şengalê di dawiya daxuyaniyê de soza mezinkirina têkoşînê da û got, "Em ê kesayeta pêşengê civaka Êzidî hevalê Seîd di jiyan û têkoşîna xwe de her zindî bihêlin. Em ê bi dehan Seîd, Îsa, Zekî, Mahîr, Gênco, Zerdeşt, Hemîd, Êzdîn û Cîlo derxînin. Em ê xeyalên Mam Zekî û hevalê Seîd pêk bînin û tifaqa Êzidiyan ava bikin. Û bila herkes zanibe, em êdî wekî demên berê tola şehîdên xwe li erdê nahêlin. Civaka Êzidî hatiye wê astê ku ji dijmin û kujerên xwe hesaba dîrokî bipirsin. Em vê sozê didin hemû gelê xwe."