Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo koçberan seferber bûye

Bi hezaran koçberên di rojên dawî de di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de hatine rizgarkirin, ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê ve tên pêşwazîkirin.

Hejmara koçberên di nava çend rojên dawî de li başûrê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne, 10 hezar derbas kir. 5 hezar ji van sivîlên ji aliyê QSD'ê ve li herêmên ewle hatin bicihkirin, piştî kontrola tenduristî û ewlekariyê li kampan hatin bicihkirin.

Meclîsa Sivîl a Reqayê, ji bo kampeke nû ava bike li bajarokê Eyn Îsayê cihek diyar kir. Koçber ji niha ve pêl bi pêl diherikin vê herêmê.

Meclîsa Sivîl a Reqayê, ku tevî derfetên xwe yên kêm hewl dide bersivê bide pêdiviyên gelê sivîl, banga alîkariyê li saziyên alîkariyê yên sivîl kir. Meclîs tevî gelê herêmê, ji bo koçberan seferber bûye.