Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek li ser peymana bi Rûsyayê re da

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê destnîşan kir, navenda bajarê Minbicê û derdora wê, ji aliyê wan û koalîsyona navneteweyî ve tê parastin.

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li ser nûçeyên manîpulatîf ên li ser peymana wan a bi Rûsyayê re tên weşandin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"̋Piştî pêşketinên dawî yên ku li herêma Minbicê rû dan û dema ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê destûr da ku hêzên parastina sînor li xetên di navbera hêzên me û çeteyên Mertala Firatê de bi cih bibin, di hin dezgehên çapemeniyê de hewldanên berevajîkirina vê rastiyê hat kirin.

Wek Meclîs Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê, em didin xuyakirin ku Minbic û gundewarên wê di bin parastina şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û koalîsyona navneteweyî de ne. Em destûr nadin ti hêzê ku derbasî vê herêmê bibe. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û koalîsyona navneteweyî Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û niha parastina wê dikin.

Em soz didin gelê xwe ku em ê wan biparêzin, jiyana wan bi ewle bikin. Lihevkirina ku di navbera Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Rûsya pêk hat, tenê herêmên Erîma û xeta bi çeteyên Mertala Firatê re, digire nava xwe."