Meclîsa Jinên Êzidî ya Kampa Newroz hat avakirin

Di Yekemîn Konferansa Jinên Êzidî ya li Wargeha Newroz hate lidarxistin de Meclîsa Jinên Êzidî hate avakirin.

Di Yekemîn Konferansa Jinên Êzidî ya li Wargeha Newroz hate lidarxistin de Meclîsa Jinên Êzidî hate avakirin.

Îro danê sibê Konferansa Jinên Êzidî li Kampa Newroz a koçberên Şengalê destpê kir û têde 165 jinên Êzidî yên li kampê, nûnerên Navenda Jina Azad a Roajva, Yekîtiya Star, Meclîsa Damezrîner a Êzidî ya Şengalê, Yekîneyên Parastina Jin- Şengal (YPJ-Şengal) û nûnerên navenda çandê ya kampê amade bûn.

Cihê ku konferans lê hate lidarxistin bi wêneyên têkoşeran û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û paşê Rêvebera Kampa Newroz Bilinda Çiya axaftina destpêkê ya konferansê kir. Bilinda Çiya bixêrhatina hemû kesên li konferansê amade bûne kir û diyar kir ku armanc ji vê konferansê ev e ku jinên Êzidî yên li Kampa Newroz werin birêxistinkirin û rola wan were aktîfkirin.

Piştre hin perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê azadiya jinê de hatin xwestin.

Konferans bi axaftina endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Henîfe Hisên dewam kir. Henîfe Hisên lidarxistina konferansa jinên Êzidî yên li Kampa Newroz slav kir û got: “Ev konferans ji bo jinên Êzidî û tevahiya jinên Kurdistanê gaveke mezin ber bi rizgarkirina ji qeyd û zincîrên hişmendiya sîstema baviksalariyê ya desthilatdar ve ye.

Henîfe Hisên wiha pêde çû: “Trajediya ku bi serê gelê me yên Êzidî ve ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê yên nûnertiya hişmendiya desthilatdar dikin, di asta herî jor de jinên Êzidî armanc girt. Ev yek bû sedem ku bi sedan jinên Êzidî rastî kuştin, revandin û destdirêjiyê werin. Divê ev ji bo me bibe derseke mezin da ku em xwe bi xwe birêxistin bikin.

Henîfe Hisên di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku xwe perwerde û birêxistin bikin da ku ev trajedî careke din neyê dubarekirin.

Rêvebera Yekîtiya Star Neîme Hesen jî axivî û da zanîn ku ev konferans bi saya berxwedan û têkoşîna jinên Êzidî tê lidarxistin.

Di berdewamiya konferansê de peyamên pîrozkirinê ku ji aliyê Navenda Jina Azad a Rojava, Yekîneyên Parastina Jin, Yekîneyên Pasrastina Jin-Şengal, Meclîsa Damezrîner a Êzidiyan, Navenda Çandê ya Kampa Newroz û Koordînasyona Ciwanên Şengalê ve hatibûn şandin, hatin xwendin.

Paşê rapora salane ya kar û xebatên jinên Êzidî yên li kampê ji aliyê Rêvebera Kampê Bilinda Çiya ve hate xwendin û li ser gotûbêj hatin kirin.

Di dawiya konferansê de Meclîsa Jinên Êzidî ya Kampa Newroz a ji 21 endaman pêk tê, hate avakirin, her wiha biryarên girîng ên wekî vekirina navendeke perwerdeyê li kampê, tevlîkirina ciwanan di nava refên YPJ-Şengal û YBŞ’ê de, rêlibergirtina koçberiyê, hatine standin.

Di dawiyê de dirûşmn dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinên Kurd re hatin gotin û jinan govend girtin.