Meclîsa Gel a Mexmûrê: Em ê bi rengekî topyekûn li ser piyan bin

Piştî ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dest bi êrişa li ser qadên gerîla kir, gelê Kurd li her derê rabû ser piyan. Yek ji van navendan jî Mexmûr e. Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Yûsiv Kara diyar kir ku Mexmûr wê gerîla bi tenê nehêle.

Bi êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê ya li ser qadên gerîla re, li her cihê Kurd lê ne derketin qadan û êrişên xiyanetê protesto dikin û li ber vê radibin.

Yek ji van navendên berxwedan û xwedî helwestên xurt Mexmûr e. Di vê çarçoveyê de Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Yusiv Kara axivî û diyar kir ku xelkê Mexmûrê bi topyekûn wê raber ser piyan û li dijî dagirkerî û hevkariya dagirkeriyê li ber xwe bide û li gel gerîla cih bigire.

‘BI HEVKARIYA MALA BARZANÎ ÊRIŞÊ DESTPÊ KIR’

Kara bal kişand ser êrişên bi hevkariya PDK’ê ya li qadên gerîla û got: “Dewleta Tirk a dagirker duh di saetên şevê de bi hevkariya hêzên xiyanetkar li dijî qadên gerîla ji bo vîna gelê Kurd biçewisîne dest bi êrişeke dagirkeriyê kir. Li Avaşîn, Zap, Metîna, Şikefta Birîndaran, Kurjehro êrişeke topyekûn hatiye destpêkirin. Ji xwe berê dihate payîn ku dagirker bi Mala Barzanî re êrişek wiha bidin destpêkirin. Duh ev êriş pêk hat."

Kara anî ziman ku divê li dijî êrişên dagirker-qirker ên dewleta Tirk û hevkarên wê her kes bi erk û berpirsyarî tevbigere û wiha axivî: “Gelê Kurd di vê pêvajoyê de li welat û derveyî welat li dijî dagirkerî û hevkarên dagirkeran divê xwedî helwest bin."

‘JI BAŞÛR OPERASYON TÊ KIRIN’

Hevserok Kara bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk û cihê êriş jê tê kirin û ev nirxandin kir: “Li vir balê dikişînin ser hevkariya li gel dagirkeran. Piranî operasyonên dawî pêk tên ji Başûrê Kurdistanê balafir radibin û êriş li ser Bakurê Kurdistan û xetên sînor tên kirin. Bi awayekî fîlî Mala Barzan di nava vê tevgerê de ye."

‘JI VÊ KÊLIYÊ ŞÛNDE XEW HERAM E’

Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê diyar kir ku wê li Mexmûrê jÎ çalakî bêne kirin û got, “Em civaka Mexmûr ji van êrişan ne dûr in. Di çarçoveya heman êrişan de gefa êrişê li ser Mexmûr, Şengal û Rojava jî hene. Dibe êriş li ser van herêman jî bê kirin. Roj roja berxwedan û bilindkirina têkoşînê û mil dana milê gerîla ye. Em di rewşeke wilo de ne xew ji bo me heram be. Ji vê kêliyê û şûnde bi hemû rê û rêbazan çalakiyên xwe bidin domandin.

Em xelkê Mexmûr divê li ber hemû êriş û hewldanan hestyar û şiyar bin. Em penaber bang li Neteweyên Yekbûyî û Iraqê dikin ku li ber van êrişan şeref û kerameta Iraqê tê bombekirin, ne heta tê bombekirin tê dagirkirin xwedî helwest be. Li Mexmûrê wê bi hemû rengan çalakiyên me bidomin. Em hêzên xwe yên li dijî êrişên nemerd û xayînan li ber xwe didin tenê nahêlin. Di çaçoveya Mexmûrê de çi dikeve ser milê me em ê pêk bînin.”

‘IRAQ DIVÊ XWEDÎ LI KERAMETA IRAQÊ DERKEVE’

Kara li dijî êrişên li ser qadên gerîla, serweriya Iraqê û Başûrê Kurdistanê ev bang kir: “Bang li hemû Kurdên ku xwedî şeref û kerametin dikim ku ji bo parastina nirx û destkeftiyên xwe hem li ber xiyanetê xwedî hewlesteke tund be, hem jî li ber êrişên dagirkeriyê li gorî dem cih di nava çalakiyan de bigire û helwesta xwe nîşan bide.

Xelkê Başûrê Kurdistanê siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanê, dilsoz û welatparêz ên dixwawzin şerf û kerameta xwe biparêzin rabin bibin xwedî helwest. Her wiha sazî û dezgehên navneteweyî dîsa li ber van êrişan rabin û têkoşîn bikin.”