Meclîsa Mexmûrê: Hevdîtin û berxwedan wê berdewam bin

Piştî rêzecivînên şandeya Mexmûrê yên bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî û rayedarên Iraqî re, daxwaznameyek hat pêşkêşkirin. Encama ji civînan derket ew e ku wê hevdîtin û berxwedana xelkê Mexmûrê berdewam bin.

Şandeyek ji nûnerên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi rayedarên Iraqê û nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) re civiya. Şandeyê, daxwazên xelkê wargehê pêşkêşê nûnerên Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê kirin.

Piştî civînê li ser navê şandeyê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yusif Kara li ser civîn û encamên wê, peyameke kurt da xelkê Mexmûrê.

‘HEVDÎTIN Û BERXWEDAN WÊ BERDEWAM BIN’

Peyama şandeyê wiha ye: “Careke din bi berxwedana we, raya Kurdistanî, heta astekê tişta wan dixwest me rê neda ku pêk bîne. Lê li ser ya xwe bi israr in. Dibêjin; ‘Em ê çêbikin’. Piştî vê wê çi bi xwe re bîne, çi bikin; em niha nikarin tiştekî bibêjin. Lê em ê bi vê berxwedan û sekina xwe, li hevdîtinan dewam bikin. Her encama ku derkeve em ê bi we re parve bikin.

HER KES QALA BERXWEDANA MEXMÛRÊ DIKE

Weke civak, gelek berdêl daye, bi vê berxwedêriyê û sekina xwe, îro cîhan tev qala vê wargehê dike. Ev ji bo vî gelî rûmet û kerameteke mezin e. Xelk wê dersê jê bigire.”

Hêjayê bibîrxistinê ye ku 20’ê Gulanê artêşa Iraqê xwest bi gelek wesayîtên zirxî û leşkeran bi têl û bircan dorê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bigire. Ji wê rojê heta niha xelkê Mexmûrê kon danîne û li ber xwe dide.