Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê daxuyaniyek da

Rêveberiya Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê, li ser 1. Konferansa Tevgera Azadî ya Binarê Qendîlê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, piştî ku konferans pêk hat li hinek televîzyon û rojnameyan weke ku 'Li Qendîlê kanton an jî xweserî hatiye avakirin' nûçe hatin weşandin. Rêveberiyê diyar kir ku nûçe û weşana bi vî rengî provokasyon e û ji televîzyon û rojnameyên bi vî rengî weşanê dikin xwest, demildest dest ji vê nêzîkatiyê berdin.

PÊKHATEYEKE SIYASÎ NÎNE, PÊKHATEYEKE CIVAKÎ Û SIVÎL E

Daxuyaniya Rêveberiya Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê wiha ye:

"Em weke gelê binarê Qendîl ji bo ku meclîsa xwe ya gel ava bikin di 23-12-2017’an de ji hemû pêkhatêyên binarê Qendîl me konferansek li dar xist. Armanca vê konferansê rêvebirin û çareserkirina pirsgirêkên civakê ji aliyê civakê bi xwe ye. Ev pêkhate ne pêkhateyeke siyasî ye, pêkhateyeke civakî û sivîl e. Ji ber vê yekê weke gelê Binarê Qendîlê em li hev civiyan û me rêxistinbûna xwe ava kir. Li ser vê bingehê me kar di nava xwe de dabeş kir û komîte aa kir.

Di rojên dawî de hinek televîzyon û rojname weke ku liBinarê Qendîlê kanton an jî xweserî hatiye îlan kirin, weşanê dikin. Ev weşan hemû ji rastiyan dûr e û şaş e. Armanca van nûçeyan provokekirine. Hewl didin rêxistinbûna civakî ya meclîsa gel a Binarê Qendîl weke pêkhateyeke siyasî nîşan bidin. Ji ber vê, saziyên çapemeniyê yên ku bi vî şewazî weşanê dikin bi tundî rexne dikin. Em bang dikin ku ev saziyên çapemeniyê ku bi vî rengî weşan û nûçe çêdikin ji demildest dev ji vê nêzîkatiyê berdin."