Meclîsa Borikê ya Şengalê konferansa xwe ya 2. pêk anî

Meclîsa navçeya Borikê ya Şengalê konferansa xwe ya duyemîn pêk anî. Di konferansê de bang li civaka Êzidî hate kirin ku di hilbijartina Iraqê de dengê xwe bide îradeya xwe.

Meclîsa Civaka navçeya Borik a Şengalê 2. Konferansa xwe lidar xist. Di destpêka Konferansê de Hevserokê Meclîsa Xweser a Şengalê Hisen Hacî axivî û xwest, konferans bibe wesîleya tifaq û hevgirtina civaka Êzidî.

Hacî got; "Divê em wek civaka Êzidî bibin tifaq. Dema ev pêkhat wê karê me ji xurtir bibe." Hacî herî dawî bal kişand ser hilbijartinên parlamenta Iraqê û got; "Divê civaka Êzidî dengê xwe bide yên xizmeta civaka Êzidî bikin."

Hevserokê Meclîsa Demokratîk Riham Hîco piştre axivî û got, "Ev konferans ji bo me pir girîng û bi wate ye. Tevî zorî û zehmetiyan jî meclîsê karê xwe kir."

Hîco jî işaret bi hilbijartinên parlamenta Iraqê kir û got, "Cara yekem e ku partiya me tevlî hilbijartinan dibe. Ji ber vê yekê, serketina di hilbijartinan de wê serketina me hemûyan be."

Bi navê PADÊ Emer Salih û li ser navê TAJÊ Nam Hesen axivîn. Qisekeran ji civaka Êzidî xwestin ku di hilbijartinê de dengê xwe bidin îradeya xwe.

Piştî axaftinan di konferansê de Faysel Reşîd û Meyan Xwedêda wek hevserok hatin hilbijartin. Herwiha komîteyên çand û hûner, dad, perwerde, aborî û ciwanan jî hatin hilbijartin.