Meclîsa Borîk hat avakirin
Li Gundê Borik ê Sinûnê ya Şengalê bi konferansekê meclîs hate avakirin.
Li Gundê Borik ê Sinûnê ya Şengalê bi konferansekê meclîs hate avakirin.
Gundê Borik ê girêdayî bajaroka Sinûnê ya Şengalê, bi konferansekê meclîsa xwe ava kir.
Li herêma Şengalê xebatên ji bo îlankirina rêveberiya xweser ku demek beriya niha hatibûn destpêkirin, didomîn. Di çarçoveya xebatan de şêniyên gunê Borîk ku ji aliyê hêzên YBŞ/YJŞ’ê ve di sala 2014’an hatibû rizgarkirin, bi armanca avakirina meclîsa gund, konferansek li dar xist. Di konferansê de ku li gund hat çêkirin 120 kes amade bûn. Her wiha rêveber û nûnerên sazî û dezgehên Şengalê jî di konferansê de amade bûn.
Li salona konferansê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên berxwedana Xanesorê, alên YBŞ/YJŞ, PADÊ hatin daliqandin. Di konferansê de Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Şêx Kehtan, li ser navê Meclîsa Avakar a Şengalê Pîr Xelef, li ser navê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) Laleşîn Malik, li ser navê Meclîsa Ciwanan a Şengalê Êzda Şengalî axivîn.
Di axaftinan de li ser girîngiya xwerêxistinkirin, rêvebirinê hat rawestîn û hat gotin ku meclîs dibe rêya vê yekê. Axaftvanan destnîşan kirin ku divê hemû şêniyên gund di bin sîwanên meclîsê de kom bibin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Piştî axaftinan ji bo Meclîsa Gundê Borik ku ji 69 kesan pêk tê hat avakirin. Meyan Xwedêda Hiso û Hisên Hacî Nîso jî wekî hevserokên meclîsê hatin hilbijartin. Her wiha ji bo meşandina kar û barên gund, komîteyên “Perwerde, Ol û Bawerî, Hiqûq û Edalet, Jin, Ciwan, Çand, Parastin, Aborî, Xizmetguzarî” hatin avakirin. Piştî hilbijartinan mezinê gund Îsmaîl Salih Xelef axaftina dawî kir û ji bo meclîsê hêviyên xwe yên serkeftinê anîn ziman.