Meclîsa Şengalê: Divê em jî xwedî li Rêber Apo derkevin

Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê li hemberî tecrîd û komployê banga têkoşînê li Êzidiyan kir.  Meclîsê bal kişand ser vî tiştî ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ji qirkirinê hatine rizgarkirin.

Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê têkildarî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo komployek hate kirin.  Hêzên navneteweyî  bi komployê re hewl dan hêviya azadiyê bişkînin û gelê Kurd ji aştî û azadiyê dûr bixînin. Lê li hemberî van hemû tiştan, komplo negihişt armanca xwe. Ji ber ku komplo negihişt armanca xwe, tecrîda li ser Rêber Apo giran kirin.

Di 3'yê Tebaxa 2014'an de bi saya fikir û ramanê Rêber Apo gelê Êzidî ji nava mirin û qirkirinê xilas bû û xwe bi rêxistin kir. Em wek Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dewleta Tirk û hevalbendên wê yên ku destê wan di vê komployê de hene, bi tundî şermezar dikin. Dewletên navnetewî yên ku xwe wek mafê mirov didin nasîn ku xwe li hemberî vê Komployê bêdeng kirine,  cihê  şermê ye, em bang li dewletên navnetewî dikin bi taybet  CPT'yê ku li qanûn û zagonên xwe xwedî derkevin. Ji ber ku di kesayeta Rêber Apo de hemû gelê bindest û azadîxwaz  tên êşkencekirin.

Em, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê em vê komploya tirsonek careke din şermezar dikin. Em bang li her dewleta ku xwe wek mafê mirov dibîne û her saziyek mafê mirovan bi taybet  CPT'yê dikin ku li gorî zagon û qanûnên xwe tevbigerin. Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina hemû civakê ye. Em bi taybet bang li gelê xwe yê Êzidî dikin ku çawa di fermanê de Rêber Apo li wan xwedî derket ew jî Îro li Rêberê xwe xwedî derbikevin "