Meclîsa Îştar berpirsyariya hikumeta herêmê bi bîra wan xist

Meclîsa Îştar bi bîra hikumeta Herêma Kurdistanê xist ku ji parastina xaka Kurdistanê, ewlehiya gel û her ferdekî Kurd berpirsyar in û bang li hikumetê kir ku xwedî li erka xwe derkeve û li ber êrişan rabe.

Meclîsa Îştar a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Meclîsê diyar kir ku êriş di çarçoveya konsepta qirkirina gelê Kurd de tên kirin û bi bîr xist ku Komara Tirkiyeyê ji dema avabûnê û vir ve plansazî, polîtîka û tifaqên xwe hemû li ser qirkirina Kurdan û dagirkirina Kurdistanê meşandiye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku yek ji armancên êrişan ew e ku pêşî li yekîtiya gelê Kurd bigirin, lewma hêzên dagirker êrişî her çar aliyên Kurdistanê dikin.

Meclîsa Îştar komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker di 19'ê Hezîrana 2020'an de li Şêladizê kir bi bîr xist û diyar kir, "Lê mixabin di wan kêliyan de berpirsên hikumeta Herêma Kurdistanê gotin, 'Bila PKK ji Kurdistanê derkevve ku êriş pêk neyên'. PKK Kurd e û li ser xaka xwe ne. Lê belê çi karê dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê heye? Kurdistana ku bi xwîna hezaran şehîdan hatiye rizgarkirin îro li ber çavê w tê bombekirin, talankirin û dagikirin. Hûn çima rê didin dagirkieriyê?"

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku mafê ti partî, rêxistin û berpirsyaran nîne ku xaka Kurdistanê pêşkêşî hêzên dagirker bike, gel vê qebûl nake.

Meclîsa Îştar destnîşan kir ku li Kurdistanê îro şerê rûmetê, şerê Kurdistanê tê meşandin û diyar kir, "Gelê Kurd ti carî ewqasî nêzî serketinê nebûye. Lewma dijminê me ewqasî bi dijwarî êrişî me û xaka me dike. Dijmin jî dizane em çiqasî bi biryar in û nêzî serketinê ne. Ji ber vê yekê divê em gelê Kurd vê firsenda dîrokî bi kar bînin û hay ji lîstikên dijmin hebin."

Meclîsa Îştar bi bîra hikumeta Herêma Kurdistanê xist ku ji parastina xaka Kurdistanê, ewlehiya gel û her ferdekî Kurd berpirsyar in û bang li hikumetê kir ku xwedî li erka xwe derkeve û li ber êrişan rabe.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê, hemû hêzên demokratîk û mafên mirovan kir ku li ber êrişkariyê rabin û pêşî li komkujiyên mezintir bigirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em êşa malbatên şehîdan parve dikin. Ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û dibêjin, Kurdistana azad ku xeyalên şehîdên me ye wê pêk were."