MEBYA-DER: Pêkanînên dermirovahiyê li malbatên şehîdan dikin

MEBYA-DER nerazîbûn nîşan da ku cenazeyên şehîdan dereng teslîmî malbatan tê kirin û got, “Malbatê ku dilê wan şewitîne vê carê jî dewlet bi awayekî sîstematîk wan diştexilîne.”

MEBYA-DER’ê nerazîbûn nîşan da ku cenazeyên şehîdan dereng teslîmî malbatan tê kirin. Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas li civîna avahiya saziyê ya li Amedê axivî û diyar kir ku li ser malbatan zextên psîkolojîk û siyasî hene.

Almas diyar kir ligel ku malbat cenazeyan teşxîs dikin jî, ji bo wergirtina cenaze testa DNA’yê tê xwestin û encama testan jî bi salan didome. Almas got ku, “Li ser malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane, pêvajoyeke şitexilandinê ya sîstematîk tê kirin. Carinan piştî testa DNA û teşxîsê jî hêzên ewlekariyê li ser malbatan zextan dikin û dibêjin ‘Divê hûn cenazeyê xwe hildin bibin’ û li ser malbatan zext tê kirin. Meha borî malbatek neçar ma ku cenazeyê xwe ji Wanê heta Erziromê bi wesayîta şexsî bibe. Li her benda kontrolê jî cenaze bi saetan tê wergirtin. Hurmeta ji cenazeyan re nayê kirin û bi ser de gefan li malbatan dixwin. Divê dev ji van pêkanînên dermirovahiyê were berdan.”

Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag jî diyar kir ku bêyî haya malbatan cenaze li goristanên bêkesan tê veşartin. Karadag bang li malbatan kir ku bila malbat serî li komeleya wan bidin.

Mehmet Zekî Dag ê ku kurê wî di sala 2013’an de Bedlîsê di şer de şehîd bûbû got ku “Di sala 2017’an de cenazeyê zarokên me birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û di binê peyarêyê hatibû veşartin. Zarokên me ne bêxwedî ne. Em dayik û bavê wan in. Çima dibêjin bêkes in? Em malbat dixwazin bila zûzûka encamên testên DNA’yê were eşkerekirin.”