Me ji bo Kobanê fedekarî kir, ji bo Efrînê jî em amade ne

Dayika ji Rojhilat ku di berxwedana Efrînê de kurekî wê şehîd bû, bi mesaja bi vîdeo got, ‘’Min kurê xwe fedaî berxwedana Kobanê û Kurdistanê kir. Em ê ji bo Efrînê jî heman fedekariyê bikin.’’ Jinên Mêrîwanê gotin, ‘Em hazir in ji bo Efrînê şer bikin.’’

Li dijî hewldana dagirkirinê ya dewleta Tirk a li ser Efrînê ji 4 parçeyên Kurdistanê helwest têne nîşandan. Li çar parçeyên Kurdistanê çalakî geş dibin, dayika ji Hewremanê ku di berxwedana Kobanê de kurê xwe feda kirî bi vîdeoyekê ev peyam da Efrînê: ‘’Min kurê xwe di berxwedana Kobanê û Kurdistanê de feda kir. Ji bo Efrînê jî em ê eynî fedekariyê bikin. Efrîn wê nekeve.’’

Dayika Kemal Ciwan ê ku şervanê YPG’ê bû û di berxwedana dîrokî ya Kobanê de şehîd bûbû, Sadriye Ana ji bo destek ji bo berxwedana Efrînê got, ‘’Ji berxwedana Efrînê re slav û wiha got: ‘’Min kurê xwe fedaî berxwedana Kobanê û Kurdistanê kir. Ji bo Efrînê jî em ê fedekariyê bikin. Em ê nehêlin ku Efrîn bikeve. Efrîn wê nekeve, dijminên gel wê têk biçin.’’

Ji Rojhilatê Kurdistanê Mêrîwanê jî endamên Însîyatîva Jinên Ciwan ê Apoyî Zerîwar bi daxuayaniyekê berxwedana Efrînê slav kirin. Di daxuyaniyê de gotin, ‘’Li dijî hewldana dagirkirina Efrînê wê berxwedaniyeke dîrokî were nîşandan. Em hazir in ku ji bo Efrînê şer bikin. Dijminatiya li Kurdan wê li Efrînê were têkbirin’’ û bang li gelê Kurd kirin da ku li pişt Efrînê bin.