Mazlûm xwe bi kedê mezin kir

Gotina ku herî zêde li gerîla Mazlûm Cûdî dihat 'ked' bû. Her tişt; hevrêtî, şer, jiyan û xwe bi kedê mezin kir.

Gerîla Mazlûm Cûdî di şerê giran ê Cenga Heftanînê de tevlî karwanê nemiran bû. Cûdî di 8'ê Tebaxê de li Pîrbilayê yek ji wan gerîlayan bû ku ji 8 baskan ve li artêşa Tirk a dagirker xist.

Sala 2017'an di meşeke dirêj de ez li gerîla Mazlûm rast hatibûm û me li Dola Beraza meşa xwe dewam kiribû. Yekemcar wê demê min fêhm kiribû ku ji bo qada Heftanînê çima 'Heft reng' tê gotin. Li ti cihî payîz ne bi vî rengî bedew nebû. Di nava vê bedewiyê me xwe gihand ser çiyayê Xantûrê. Gerîla Mazlûm jî qad bi me dida naskirin. Girekî gelekî bilind e, dema ku hûn ji ser serê wê li derdorê temaşe bikin, hûnê Deşta Hezexê ya Bakurê Kurdistanê, Qereçox a Rojavayê Kurdistanê, Cûdî, Garê û gelek deverên din bibînin. Xantûr digiHêje xaka Bakur. Dema ku digihêjin ser wê, hingî Heftanîn li pêşiya we raxistiye; ewqasî bilind e. Hûn ê sê parçeyan bibînin, dawî li hesreta xwe bînin. Bi tiliya xwe her dever nîşan dida. Li her cihî dida gerandin. Çîroka Ş. Cîgerî, Ş. Sîpan, Ş. Berxwedan vedigot.

Heftanînê şahidî jê re kir ku şervan û fermandarekî çiqasî baş bû. Heftanînê dît ku wî di zivistana dijwar de berf ji hevrêyên xwe re dianî û dikir av ji bo vexwarinê, kulîlk û gihayên bedew di havînê de kom dikir ji bo bike derman ji hevalên xwe re, dema ku xwarin tune bû diçû mirotex ji hevrêyên xwe re çêdikir û ji her kesî re dibû moral. Lewma tenê gotinek dimîne ku mirov karibe wî pênase bike, ew jî 'ked' e. Her tişti hevrêtî, şer, jiyan û xwe bi kedê mezin kir.

Eger hûn bipirsin ku mirovek çawa dikare xwe bi kedê biafirîne, ez ê bêjim li wêneyê Mazlûm Cûdî binerin. Gerîla Mazlûm dilsozê sê tiştan bû; Şoreşgerî, ked û baweriya bi parçekirina sînorên li nava Kurdistanê.

Mazlûm Cûdî (Mîlad Kobadî) sala 1994'an li Kamyaranê ji dayik bûbû. Sala 2012'an hatibû çiyayên Kurdistanê û sala 2020'an li Cenga Heftanînê tevlî karwanê nemiran bûbû.