Mardîn: 15’ê Tebaxê bangewaziyek bû

Mardîn: Pêngava 15’ê Tebaxê belavî Bakurê Kurdistanê bû. Êdî ciwanên Kurd berê xwe dan serê çiyayan û tevlî vê vêjînê bûn. Êdî gelê Kurd li kolanan, li her deverê rabûn serhildanê, li hemberî dijmin singê xwe dane tank û topan.

Yek ji fermandarên HPG’ê Mazlum Mardîn salvegera 15’ê Tebaxê pîroz kir û bi taybet çavkaniyên pêngavê yên dîrokî nirxandin.

Mardin di serî de salvegera 37’an a 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdulallh Ocalan, di şexsê fermandarê pêngavê hevrê Egîd tevahiyê Şehîdên Şoreşê û ji gelê Kurd pîroz kir.

Yek ji fermandarên HPG’ê Mazlum Mêrdîn bal kişand ser girîngî û çalakiya 15’ê Tebaxê û got: “Di dîroka gelê me de rojên bi vî rengî kêm in. Ji lewra Rêber APO got ku; ‘15’ê Tebaxê roja vêjînê ye.’ Ji bo ku mirov wate û heqîqeta vê yekê baş fam bike, divê li paşeroja vê mêze bike. Bi taybet serhildanên Kurdan ku di sedsala 20’emîn de çêbûne, êrîşên hovane ya dagirkeriyê û di heman demê de îxanet jî hatibûn jiyîn. Bi şêwazên ji derveyê mirovatiyê serhildan hatin tepisandin. Êdî dagirkeriya dewleta Tirk got; ‘‘Me Kurdan tine kiriye, me vîna wan şikandiye û me weke li Agirî, Kurdan xistiye bin tirbê û beton kiriye’. Bes bi rastî jî mirov wisa dikare bibêje, di encama qirkirinên dijwar û polîtîkayên bişaftinê tiştekê di derbarê Kurditiyê nemabû. Eger tevgerên çepgir û yên welatparêz hebana jî zû dihatin tepisandin.’’

PÊNGAV BERSIVA MEZLÛMAN BÛ

Mardin wiha domand: “Eger hindek çîrûskên Kurditiyê mabin jî, di cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê de hatin tepisandin, an jî hatin tinekirin. Rêbertî jî wisa bi nav dikir; ‘Êdî Kurditî bibû weke gomlekekê ji agir’, ango herkesekê ji nasnameya Kurd direviya. Di qonaxeke wisa de pêşketina tevgera azadiyê ya bi pêşengtiya Rêber Apo sekneke li beramberê polîtîkayên bişaftinê bû.

Cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê êrîşekê mezin li beramberê şoreşgerên Tirkiyê û bi taybet ya Kurdistanê pêşxist. Bingeha 15’ê Tebaxê esas li zindana Amedê hatiye avêtin. Dewleta Tirk ji bo ku vîna şoreşgerên Kurd bişkîne hemû rêbazên hovane ceribandin. Esas çîrûska destpêkê bi berxwedaniya zindana Amedê de pêk hat. Di zindana Amedê de helwestekê hat nîşan dan. Ev yek bi pêşengtiya hevrê Mazlûm Dogan çêbû. Hevrê Mazlum bi bedena xwe, bi agirê Newrozê weke Kawayê hemdem bû bersiv. Çalakiya Hevrê Mazlum bê bersiv ne ma. Piştî vê çalakiya Çaran çê bû. Hevrê Ferhat, Necmî, Eşref û Mahmud destê hev girtin û gotin; ‘em teslîmiyetê qebûl nakin’. Ew jî helwesta xwe dan diyarkirin. Peyama hevrêyan ew bû ku pêdîviya bi berxwedaniyekê hê bilindtir heye. Derfetên di destên wan bedena wan bû û bi bedena xwe ve bûn bersiv. Fikir û ramanên Rêber Apo zindî kirin. Bi çalakiya rojiya mirinê ya 14’ê Tirmehê jî bersiva Çaran hat dayîn. Hevrê Kemal û Xeyrî bi çalakiyên xwe yên ku mohra xwe li dîrokê xistin, gihîştin şehadetê û wisa berdewamiya bangawaziya Mazlûm û Çaran kirin.

Êdî bi tenê rêya têkoşîna çekdarî ya li beramberê dagirkeriyê ma bû. Ango dijmin dixwest gelê Kurd êdî bi hemû rê û rêbazan tine bike, qir bike. Çawa ku gelê Ermenî qir kirin, gelek gelên dîtir di qirkirinê de derbas kirin û bi bişaftinê tine kirin, esas xwestin gelê Kurd jî bi wan rêbazan tine bikin.”

‘VEJÎN BI TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ PÊKNA E’

Yek ji fermandarên HPG’ê Mazlum Mardin qala şoreşa çekdarî kir û ev nirxandin kir: “Ji lewra dema ku di 15’ê Tebaxê de bi pêşengtiya hevrê Egîd li Dihê çalakî pêk hat, ew bersivekê bû. Çima? Ji ber ku dewleta Tirk ji gel re digot; ‘Dewleta Tirk xwedî artêşekê mezin e, xwedî tank û top e’. Dewletê vê yekê dabû qebûl kirin jî. Gelên demokrat ji derveyê teslimiyetê ti rêyê nedidîtin. 15’ê Tebaxê li beramberê vê hişmendiyê biserket. Pêngava vêjînê îspat kir ku dijmin çi qasî bi dijwarî êrîş jî bike, mirov dikare li hember şer bike û li berxwebide. Eger mirov bixwazibe azad be, bi nasname, çand û exleqa xwe bijî, berdelekê jî tê xwestin. 15’ê Tebaxê jî di esas de nîşaneya vê yekê ye. Ango gelê Kurd ji xwa xefletê hişiyar kir, ji tirs û xofa ku di dilan de hatibû avakirin rizgar kir û moralek dayê. 15’ê Tebaxê hêviyek da gelê Kurd. Xeta berxwedaniyê, ya Mazluman, ya Kemalan bi dengên çekên xwe li hemberî artêşekê NATO ya ewqasî mezin, bi vîna xwe, komekê biçûk bi derfetên kêm hêza tolhildanê da pêş. Êdî hemû dayîk behsa 15’ê Tebaxê û hevrê Egîd dikirin.

Bangawaziya pêngava vêjînê jî li tevahiyê Bakurê Kurdistanê belav bû. Êdî ciwanên Kurd berê xwe dan serê çiyayan û tevlî vê vêjînê bûn. Êdî gelê Kurd li kolanan, li her deverê rabûn serhildanê, li hemberî dijmin singê xwe dane tank û topan û li hemberî vê dagirkeriyê helwesta xwe nîşan dan. Bangawaziya fermandar Egîd cihê xwe girtibû.’’