Mamosteyên olî yên li Merîvan û Hewremanê êrîş şermezar kirin

Yekîtiya Mamosteyên Olî yên Merîvan û Hewremanê dagirkirina Efrînê şermezar kirin û nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî dan.

Yekîtiya Mamosteyên Olî yên Merîvan û Hewremanê (YEMAH) daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşên dewleta Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê şermezar kir û nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Kobanê li cîhanê ji bo hemû azadîxwazan bû serkeftinek. Lê Kerkûk û Xûrmatû bûn qurbanên polîtîkayên şaş.

Ne cara pêşîn e ku dewleta Tirk bi tank û topan jin û zarokên sîvîl qetil dike. Niha jî heman polîtîkaya qetlîamê li Efrînê didome. Mixabin kesên ku ji xwe re dibêjin em parêzvanên mafên mirovan in, çavê xwe ji vî tiştî re digirin û mafên Kurdan nabînin.

Em êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em bêdengiya saziyên navneteweyî jî şermezar dikin. Efrîn Kurdistan e, Kurdistan jî di xwîna me de ye. Bimire zalim û dagirker.”