Mame Rîşe di 36’emîn salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

Li bajarê Kerkûkê merasîma bîranînê ya 36’emîn a salvegera şehadeta Mame Rîşe û hevalên wî hate lidarxistin.

Îro li taxa Şorce ya bajarê Kerkûkê li ber peykerê Mame Rîşe, merasîma 36’emîn salvegera şehadeta Mame Rîşe û hevalên wî hate lidarxistin.


Necmedîn Şikûr Reûf ku wek Mame Rîşe tê nasîn, sala 1935’an li gundê Taleban ji dayik bûye, fermande û pêşengekî qehreman û şoreşger bû. Her wiha fermandarê hêzê 4 a Cebarî bûye û roja 24.01.1985’an bi du hevalên xwe yên bi navê Muhsin û Serdar di kemînekê de hatibûn şehîdkirin.


Di destpêka merasîma bîranînê de ji bo giyanê şehîdên Kurd û Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin, piştre Endamê Encûmena Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Rewend Mela Mehmûd axaftinek kir.

Mehmûd got: “Mame Rîşe di oxira azadiya Kerkûk û Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da. Mixabin îro her çiqasî me derbarê encamên referandomê hişyarî dan jî, lê guhdar nekirin û referandom pêkanîn û îro ji ber biryara referandomê û şaşitiya siyasî dibînîn ku Kerkûk di bin hukmê leşkerî ya ne asayî de ye. Em dubare soz didîn ku ev Kerkûka ku Mame Rîşe û hevalên wî ji bo wê xwîn rijandin, tu carî radest nekîn. Ji ber ku Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye.”


Di derbarê proseya bi Erebkirina Kerkûkê de Rewend Mela Mehmûd ragihand: “Xewn û xeyalên kesên di nav hewldana bi Erebkirina Kerkûkê de ne, wê ji xewna Sedam Hisên mezintir nebe ku di dawiyê de plana wî serneket û bi werîsekê ve hate daliqandin. Çarenûsa kesên ku îro di nava hewldanên bi Erebkirina Kerkûkê de ne wê ji ya Sedam Hisên baştir nebe û Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye. Di hemû hilbijartinên Iraqê yên ji salên 1920 bigre heya sala 2018’an ji bo bibe parlementerê Kerkûkê her tim Kurd xwedî rêjeya piranî bûye.”


Di dawiya merasîmê de çelengek ji aliyê berpirsên Kurdî yên bajêr û xizmên şehîdan li ser peykerê Mame Rîşe hate danîn.