'Mam Zekî' li Şengalê hate bîranîn

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî di salvegera 3'emîn a şehadeta xwe de li Çiyayê Şengalê bi merasîmeke girseyî hate bîranîn.

Merasîma bîranînê ya li Çiyayê Şengalê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê pêk hat.

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş, bi merasîmeke leşkerî hate bîranîn.

Bi navê fermandariyên YBŞ û YJŞ'ê Arîf Şengalî li merasîmê axivî û got, "Mam Zekî dema ku ji bo parvekirina êşa malbatên şehîdên Koço diçû gundê Koço bû hedefa dewleta Tirk a dagirker."

Şengalî got, "Mam Zekî ji bo civaka Êzidî nirxekî mezin bû. Em wî tenê weke şexsiyetekî nabînin. Ew ji bo me dibistanek bû. Îro bi hezaran şervan û şagirtên Mam Zekî li ser rêya wî têdikoşin."

Arîf Şengalî bi dewamî got, "Mam Zekî yekî pêşeng bû, ji bo civaka xwe bi şev û roj dixebitî. Dijminên ku nekarî xwe li vê kedê rabigire êrişî wî kirin. Mam Zekî ji bo civaka Êzidî, ji bo ewlekarî û xwerêveberiya civakê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê xwedî rol bû, xwedî mîsyon bû. Ji ber vê yekê dijmin êriş bir ser Mam Zekî û xwest civaka Êzidî bêparastin û bêtifaq bihêle. Mam Zekî her tim ji bo tifaq û yekîtiyê xebitî. Dewleta Tirk a dagirker xwest 15'ê Tebaxê cejna vejînê di bin siya komkujiya Koço û şehadeta Mam Zekî de bihêle. 15'ê Tebaxê li dijî faşîzma dewleta Tirk qîrîna berxwedanê ya gelekî bû. Ji niha û pê ve jî em ê ruhê 15'ê Tebaxê Mam Zekî û Mahîran bi bîr bînin, em ê tola şehîdan hilînin."

Şengalî anî ziman ku civaka Êzidî ne mîna ya beriya sala 2014'an e û got, "Yên ku ji wan heye ku vê civakê dikarin ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, bila zanibin ku şaş difikirin."

Şengalî got, "Bila her kes zanibe ku em ê dest ji têkoşînê bernedin" û wiha dewam kir, "Yên ku dibêjin ku berxwedana me ya ji bo civaka me nerewa ye, bila baş zanibin ku eger ji vê rêya şaş venegerin wê civak hesab ji wan bipirse. Rewatiya me ya YBŞ û YJŞ'ê ji gelê me ye. Ji bo parastina civaka xwe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."

Piştî merasîmê serdana şehîdgehê hate kirin. Mam Zekî Şengalî wê tevahiya rojê bi çalakiyan bê bîranîn.