Mam Îbrahîm: Tirkiye û Îran nikare me ji ser axa me derxîne

Welatiyên Binarê Qendîl bi hatina Biharê re dîsan diçin ser bax û baxçeyên xwe yên ku ji aliyê balafirên dewleta Tirk û ji aliyê rejîma Îranê ve tê bombebaran û topbaran kirin.

Gundê Sergênelê yek ji van gunda ye ku çend salên dawî ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve tê bombebaran kirin û ji aliyê Îranê ve jî tê topbaran kirin. Tevî bombeberan û topbarana dewleta Tirk û Îranê jî gundî dev ji bax û baxçeyên xwe bernadin û jiyana xwe didomînin.

Yek ji niştecihê gund Îbrahîm Hisên Elî ku weke Mam Îbrahîm tê naskirin ji ANF’ê re axivî û wiha got; “Ez welatiyê vî gundî me, bav û kalê me jî li vê derê jiyaye. Dewleta Tirk  a dagirker di bombebranê de hemû dar û erdê me tine kir lê tevî vê jî dîsan min dar kirî û min danî. Em niha li vir dijîn lê belê ne diyar e ku wê kengê balafirên artêşa Tirk li me bide û bombeyan bi ser me de bibarîne.”

Mam Îbrahîm têkildarî êrîşên bi ser Efrînê de jî axivî û wiha got; “Her tim mejî û dilê me li gel gelê Efrînê ye. Em gelek xemgîn in ku dewleta Tirk  a dagirker li Efrînê bi ser gelê me gelek komkujî pêk aniye. Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê de şermezar û rûreş dikim.”