Malbatên Roboskiyê di hefteya 345’an de kom bûn

Malbatên Roboskiyê lêgerîna edaletê di hefteya 345’an de domandin. Malbatên Roboskiyê gotin,” Gelo 34 xizmên me yên ku hatibûn qetil kirin, ji ber Kurd in, kujerên wan nayê darizandin?”

Li gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê, ji ber bomberdûmana balefirên şer 34 kes hatibûn qetilkirin. Malbatên kesên ku hatibûn qetilkirin, di hefteya 345’an de li ser gorên xizmên xwe hatin ba hev. Li ser navê malbatan vê hefteyê Velî Encu daxuyanî da.

Encu diyar kir ku, “Gelo 34 xizmên me yên ku hatibûn qetil kirin, ji ber Kurd in, kujerên wan nayê darizandin?” Encu got ku, “Kesê ku em darizand û ceza kir, çima kujerên xizmên me nabîne û wan nedarizîne? Li vî welatî edalet û demokrasî û hiqûq tune.”

Encu diyar kir ku ew ji bo kesên ku mafên wan hatine binpêkirin, edalet û aştiyê dixwazin û ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Encu got ku, “Em alîgirê jiyana bi aştî û bi edalet in. Ji bo ku em Qetlîama Roboskiyê ji bîr nekin, em ê werin ba hev.”