Malbatên Roboskiyê cara 286’emîn daxwaza edaletê kirin

Malbatên Roboskiyê, lêgerîna xwe ya edaletê di hefteya 286’an de hatin gel hev. Malbatên Roboskiyê peyama ji bo hemû gelê ku qetlîma, zilim û bêmafî lê hatî kirin daxwaza edaletê dikin. Li gel hemû kesên ku edaletê dixwazin in.

Malbatên Roboskî yên ku ji bo 34 zarokên xwe yên ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilaban a Şirnexê hatin qetilkirin, di hefteya 286’an de li ser gorên wan kom bûn û daxuyaniyek da. Malbatên ku pankarta wêneyên zarokên wan ên hatin qetilkirin li ser hebûn hilgirtin li ser navê malbatan Velî Encû axivî.

Encû diyar kir ku ji ber daxwazên wan ên edaletê lêpirsîn hatiye destpêkirin û got: “Hefteya bihurî rê nedan ku em bên li ser gorên zarokên xwe. Çima dema em edaletê dixwazin ewqas aciz dibin û ditirsin? Dema ku her kes li pêşberî edaletê wekhev be, çima ev 286 heftene tu kes qêrîn û hewara li ser Gorên Roboskiyê yên edaletê nabihîse û kor e?”

Encû destnîşan kir ku hmû zext, çewisandin û bêmafiya tê kirin heta roja îro li ser fermanda desthilatdariya sîstema AKP’ê pêkhatiye û got: “Li welatê ku Peykerê Mafê Mirovan bi bendên polîsan bên dorpêçkirin, li Qoserê peykerê Ûgûr Kaymaz bê şikandin û li şûna wê kuleya bi saet bê danîn û li Amedê peykerê Roboskiyê bê hilweşandin ne mimkune ku mirov behsa edaletê bike. Bi hilweşandina peykerên me dixwazin hafizeya civakê bidin jibîrkirin. Ne êrşa 34 zarokên bi bomeyên balafiran û ne jî êşa Ûgûr Kaymaz ê bi 13 guleyan hatî qetilkirin kêm bûye û wê heta dawiyê jî bidome.”

 Encû ê diyar ku dev jî lêgerîna xwe ya edaletê bernadin wiha pêde çû: “Ji bo hemû gelê ku qetlîma, zilim û bêmafî lê hatî kirin daxwaza edaletê dikin. Li gel hemû kesên ku edaletê dixwazin in.”