Malbatên Roboskiyê, banga ji rêveberiya AKP’ê re bêjin ‘Na’ kirin

Malabatên Roboskiyê, lêgerîna xwe ya edaletê dewam dike. Li ser navê malbatan Velî Encû axivî û got: “Em divê ji vê rêveberiyê re bêjin ‘Na’. Divê em ji bê vêheqî û polîtîkayan re bêjin ‘Raweste’.

Malbat û xizmên 34 kesên ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk de ku li gundê Roboskiyê ya girêdayî naçveya Qilaban a Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn, lêgerîna xwe ya edaletê dewam dikin. Di çalakiya hefteya 294’an de malbat li ser gorên zarokên xwe kom bûn û li ser navê malbatan Velî Encû axivî û diyar kir ku ev 2 hezar û 58 roj in li edaletê digerin.

‘ZALIMIYA HIKÛMETÊ DOM DIKE’

Encû yê ku diyar kir ku ne tenê ku bo xwe edaletê dixwazin, ji bo her kesê edaletê dixwazin. Encû destnîşan kir ku hed û hesabê bêheqî û bêmafiyê nemaye li welat, bêedaletî, bê hiqûqî û zalimî êdî sînor nehiştiye. Encû daxuyakirin ku çapemeniya alîgir çavê xwe li vê digire û wiha got: “Rojnamevan li girtîgehê ne, parêzvanên mafê mirovan li girtîgehê ne, karker hatin avêtin, yên ji kar hatin derxisitn li girtîgehê ne, hilbijêr li girtîgehê ne; lê 2 hezar û58 rojin yên ku li Roboskiyê 19 jê zarok 34 kes qetilkirin hê li ser kar in.”

Encû binî xet kir ku daraz ne serbixwe ne, daras di bin fermana kesên alîgirên desthilatê de ne.

 ‘BI HEV RE BÊJÎN NA’

Velî Encû, destnîşan kir ku her kesê li vî welatî ji vê rêveberiyê para xwe ya mexdûriyê girtiye û wiha pêde çû: “Divê em ji vê rêveberiyê re bêjin ‘Na’. Divê em ji vê bêheqî û polîtîkayan re bêjin ‘Raweste’. Ne tenê ji bo xwe ji bo aramî û aştiya welat bêjîn raweste. Her kesê li vî welatî dijî bûye mexdûrê vê rêveberiyê, ji bo hemû mexdûran, ji bo hemû mezlûm û bê gunehan, em dibêjin edalet û wijdan.”