Malbatên Roboskî ji bo Cejna Qurbanê serdana goristanê kirin

Xizm û malbatên Roboskî bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana gorên zarokên xwe kir ên ku di Kanûna 2011'an de ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk 28'ê Kanûna 2011'an li navçeya Qilabanê ya Şirnexê li gundê Roboskî 34 gundî qetil kiribûn ku 19 ji wan zarok bûn.

Xizm û malbatên qurbaniyan bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana gorên zarokên xwe kirin.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Ferhat Encu di dema serdanê de daxuyaniyek da û got, "Sibeheke din a cejnê, careke din Dayikên Roboskî li ser gorên zarokên xwe digirîn."

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî rêxistina HDP'ê serdana goristanên li taxên Orman û Bajêrgeyê kir.

Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, rêveberên partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbat tevlî bûn.

Di serdanê de destpêkê gora Sulemyan Aksû ku tevî 33 hevalên xwe li Pirsûsê di êrişê de hate qetilkirin, hate ziyaretkirin.

Parlamenterê HDP'ê Saît Dede bi bîr xist ku 6 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûne, lê kiryar hîn jî nehatine darizandin.

Saît Dede got, "Kê ev komkujî kiribe, em biçin jî nifşê bê wê hesab ji wan bipirse, ku ne 6 sal eger 600 hezar sal jî di ser re derbas bibe."