Malbatên Roboskî: Îro ne roja tirsê ye
Malbatên Roboskî di nava zext û dorpêçiya leşker û cerdevanan de çûn ser sindoqan û dengê 'NA' dan. Malbatan bang li her kesî kirin ku li dijî bêedaletiyê dengê xwe bidin.
Malbatên Roboskî di nava zext û dorpêçiya leşker û cerdevanan de çûn ser sindoqan û dengê 'NA' dan. Malbatan bang li her kesî kirin ku li dijî bêedaletiyê dengê xwe bidin.
Malbatên 34 kesên di bomberdûmana 28'ê Kanûna 2011'an a balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan, tevî zext, zordarî û dorpêçiya leşker û cerdevanan jî çûn ser sindoqan. Halîme Encu ku di komkujiyê de kurê wê jiyana xwe ji dest da got, "Îro roja me ye. Ji bo serketinê bên ser sindoqan û dawî li vê bêedaletiyê bînin. Îro ne roja tirsê ye. Em ê teqez bi ser bikevin."
Leşker û cerdevanên dor li dibistanên deng lê tên dayin girtin, ketin nava dibistanan û zext li malbatên Roboskî kirin.