Malbatên girtiyan li ber Saziya Tipa Edlî li hev civiyan

Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê li ber Saziya Tipa Edlî (STE) dewam kirin. Malbatan diyar kirin ku biryarên STE'yê dibin sedema mirinê. Çalakiya li Wanê jî ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku ji bo azadiya girtiyên nexweş û berdana girtiyên cezayê wan qediya ye, pêk tê, li ber Saziya Tipa Edlî ya li Amedê dewam kir.

Xizmê girtiyê nexweş Herdem Mervanî got, "Daxwazên me gelekî zelale. Em dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan temam bûye tavilê bêne berdan. Lê belê heta niha gaveke şênber nehate avêtin, daxwazên me bi cih nehatin anîn. Girtiyên nexweş ên ku rewşa wan giran e hînê nehatine berdan. Girtiyê nexweş Şaban Kaygûsûz ê li Girtîgeha Kayseriyê ling û destê wî nîne, divê tavilê bê dermankirin. Lê belê heta niha nehatiye berdan. Em dixwazin ku girtiyên nexweş hemû tavilê bêne berdan. Bila li derve bêne dermankirin."

Xizma girtiyan Încî Guler jî got, "Bi mehan e em rûdinên, daxwazên xwe tînin ziman. Biryarên têne dayin siyasî ne, em dixwazin mirovî bin. STE'yê ji bo Halîl Guneş got 'dikare li girtîgehê bimîne'. Guneş li hucreya ku bi tena serê xwe dima jiyana xwe ji dest da. Garîbe Gezer, Halîl Guneş, Abdulrezak û gelek mîna wan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Em dixwazin ku girtiyên nexweş hemû bêne berdan û li derve werin dermankirin."

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Maf, hiqûq, edalet" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.

WAN

Li Wanê jî malbatên girtiyên nexweş ku Nobeda Edaletê dewam dikin, xwestin li pêşiya Saziya Tipa Edlî ya Wanê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê, lê belê hatin astengkirin.

Polîsan beriya daxuyaniyê pêşiya avahiya STE'yê bi polîsên tîmên taybet û wesayitên TOMA dorpêç kirin. Li pêşiya avahiya STE'yê pêşî li malbatên girtiyan hate girtin.

Polîsan biryara Walîtiya Wanê ya ji bo qedexekirinê weke hincet nîşan dan û nehiştin ku li pêşiya avahiya STE'yê daxuyanî bê dayin. Piştî hevdîtina nîv saetê ya di navbera polîsan û komê de, kom bi çepik û dirûşman ji herêmê çû. Polîsan her wiha nehiştin ku rojnamevan xwe nêzî komê bikin û dîmen bikişînin.