Malbatên girtiyan: Divê dengê me were bihîstin

Malbatên girtiyan ku Nobeta Edaletê didomînin gotin, “Divê ev bar tenê li ser milê dayikan nebe û divê dengê me were bihîstin.”

Nobeta Edalete ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Amedê dabûn destpêkirin, di roja 149'emîn de berdewam dike. Malbatan, îro li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê nobeta xwe girtin û daxuyanî dan. Endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajar û navçeyên Amedê jî piştgirî dan çalakiya malbatan.

Di çalakiyê de ji ewil dayika girtiyê nexwaş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan axivî. Boltan, diyar kir ku 149 roj in ji bo girtiyan di nobeda adalete de ne û ji bo pêkhatina edaletê ev bang kir: "Zarokên me nexwaş in, em ji bo zarokên xwe di nobeta edaletê de ne. Bila hemû partiyên siyasî jî piştgiriyê bidin me û zarokên me bên berdin. Bila tedawiyên wan bên kirin. Em bang li Wezîrê Edaletê û Serokkomar dikin; bila girtîyen me demildest bên berdan. Em careke din li vir dibêjin, em naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji girtîgehan bigirin. Heq û hiqûqê zarokên me çi ye bila ew pêk were. Lawê min 3 mehan li nexwaşxaneyê gerandin lê raporê nedanê ku bê berdan. 5 meh in em li kolanan li edaletê digerin."

Piştî Boltan  xizma girtî Încî Guler jî axivî û ev tişt got: "Me li Baroya Amedê dest bi nobeta xwe kir û ji bo edaletê li wir rûniştin. Me banga piştgiriyê li partiyên sîyasî kir. Bila ev bar têne li ser mile me nemîne. Çawa ku dema hilbijartinan partiyên sîyasî tên cem hev bila ji bo daxwaze me jî bên cem hev. Kesên ku mafê mirovan diparêzin divê li cem me jî bisekinin û dengê me bibihîzin."

Çalakiya malbatan bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û “Heq, hiqûq, edalet"  û bi çepikan bi dawî bû.