Malbatên girtiyan: Dewlet zilm û qirkirinê dike

Xizmên girtiyan li ber edliyeya li Amedê li hev kom bûn û gotin, "Dewlet zilmê li Kurdan dike. Ya ku tê kirin jî parçeyek ji polîtîkaya qirkirinê ye."

Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan a li Amedê, ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye lê nayên berdan, hate destpêkirin dewam dike. Çalakî di roja 303'an de ye.

Ji xizmên girtiyan Încî Guler di dema çalakiyê de axivî û diyar kir ku hîn jî bersiv ji daxwazên wan re nehatiye dayin. Încî Gule destnîşan kir ku ev yek parçeyek ji polîtîkaya qirkirina Kurdan e.

Guler anî ziman ku girtiyên bi nexweşiya giran nayên dermankirin û got, "Girtiyên me berdin, ku em tedawî bikin. Ji ber ku ew girtiyên me tedawî nakin, nabin nexweşxaneyê û xwedî li girtiyên me dernakevin. Dema ku dibin nexweşxaneyê jî doktor bi xwe mîna dijminan nêzî girtiyên me dibin."

Guler got, "Dewlet zilmê li Kurdan dike. Bijî berxwedana li zindanan."

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Maf, hiqûq, edalet" bi dawî bû.