Malbatan li Wanê mewlûd dan

Malbatên kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane, li Wanê mewlûd dan.

Li Wanê malbatên kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane mewlûd dan. Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê Nadîr Yildirim , rêveberên bajar û navçeyan ên HDP û DBP’ê û gel beşdarî mewlûdê bûn.

Piştî sînevîzyonê Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê Nadîr Yildirim diyar kir, kesên ku dixwazin bi şîddet û girtinê doza Kurdan çareser bikin, careke din têk çûne. Yildirim diyar kir ku gelê Kurd ligel zor û zehmetiyan li ser pêyan e û têkoşîna xwe didomîne û got: “Kesên ku tecrîda li Îmraliyê didomînin, xerabiyeke mezin bi gelê Tirkiyeyê dikin. Divê deriyên girtîgeha Îmraliyê were vekirin. Ev tişt tenê bi têkoşînê dikare pêk were.”