Malbatan li goristana Sîsê paqijî kirin

Malbat çûn goristana Sîsê ya Licê ya ku hatibû rûxandin û li goristanê paqijî kirin.

Malbatên ku cenazeyên zarokên wan li Goristana Sîsê hatibûn defin kirin, piştî cejna Qurbanê îro dîsa çûn goristan ziyaret kirin. Malbatan nava goristanê paqij kirin û kevirên gorên hatibûn şikandin nû kirin. Di ziyaretê de malbatên zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, Rêveberên MEBYA-DER, HDP, DBP û gelek kesên din amade bûn. Malbat û rêveberên saziyan bi hev re Goristana Sîsê ziyaret kirin û nava goristana şewitîbû paqij kirin. Malbatan û rêveberên partiyan, piştî nava goristanê paqij kirin, kevirên gorên ku hatibûn şikandin dîsa nû kirin. Malbatan, piştî kevirên gorên zarokên xwe nû kirin dîsa navê zarokên xwe li ser kêlikên gorê nivîsandin.

Munevver Pasîn a 61 salî ku kurê wê Yilmaz Azad Pasîn di sala 1999'an de jiyana xwe ji dest dabû, bertek nîşanî rûxandin û şikandina kevirên goran da û wiha got: "Çi ji hestiyên mirovan dixwazin. Ew mirine çima wan rehet bernadin. Kesên goristan şewitandin û kevirên kêliyê zarokên me şikandin, çawa kezeba me şewitandin, ez ji Xwedê hêvî dikim ku bila kezeba wan jî bişewite. Bi salan e em doza aştiyê dikin. Lê ew hêj êrîş dikin û şer dixwazin."

Rabîa Tekîn a keça wê Mizgîn Tekîn di sala 1992'an de di şer de jiyana xwe ji dest da jî xemgîniya xwe ya li hemberî vê dîmenê anî ziman û got: "Berê em dihatin ser gorên zarokên xwe kêfa me dihat. Me digot em ê gorên zarokên xwe hembêz bikin. Lê niha em vê dîmenê dibînin em xemgîn dibin. Dewletê berê jî gorê zarokên me xera dikirin, niha jî xera dikin. Çi heqê wan heye gorên zarokên me dişewitînin û xera dikin? Zarokên me, ne bê xwedî ne.”

Piştî malbatan goristan paqij kirin û gorên kevirê wan şikestibûn nû kirin, Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmus Karadag, li pêş goristanê daxuyanî da û got: "Em rûxandina gor û goristanan qebûl nakin. Ew çiqas êrîş bikin, bişewitînin û xera bikin em ê dîsa nû bikin."