Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

Malbatên Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo çûyîna Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan ji bo biçin Îmraliyê.