Malbata Şenyaşar: Heta em encam negirin em ê jiyana asayî nedomînin

Ferît Şenyaşar got, “Mala dayikê hatiye xerakirin, wê çawa vê zilmê qebûl bike û biçe malê û weke tiştek nebûyî jiyana xwe bidomîne.”

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 618’emîn de berdewam dike. Dayê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên hatin ber deriyê edliyeyê tevî barîna baranê jî nobeta xwe didomînin. 

Ferît Şenyaşar diyar kir ku tevî barîna baranê jî bi israr in ku nobeta xwe bidomînin. Şenyaşar, anî ziman ku li dijî bêhiqûqiyê dayika wî li ber xwe dide û wiha got: “Hevjîna wê û du lawên wê hatine kuştin, lawekî wê jî 4 sal in di hucreyeke yek kesî de girtî dimîne. Bila mirov nebêjin bila biçe mala xwe rûne. Ev zilmek e. Mala dayikê hatiye xerakirin, dayik wê çawa vê zilmê qebûl bike û biçe malê û weke tiştek nebûyî jiyana xwe bidomîne.”

Şenyaşar, bang li AKP’ê û Wezareta Dadê kir û got ku meqamê her kesê heye lê dayika her kesê jî heye. Di dema dayik li malên xwe li odeyên gerim bi neviyên xwe ve mijûl dibin de Emîne Şenyaşar du sal in li ber edliyeyê tenê “Edaletê” dixwaze û wiha berdewam kir: “Îdianameyek hate amadekirin. Dayik kurê xwe yê girtî dixwaze. Heta ew dernekeve wê ji ber deriyê edliyeyê neçe. Ev ne daxwazeke taybet e, dewleta hiqûqê tişta pêwîst pêk bîne wê kurê wê derkeve. Wê dayik jî nobeta xwe bi dawî bike.”

Şenyaşar, diyar kir ku guneha dayikê di stuyê herkesên ku di nava dewletê de xwedî rayeyekê ye û got: “Em heqê xwe ji wan re helal nakin.”

 Malbat Nobeta xwe ya Edaletê ya li ber deriyê edaletê didomîne.