Malbata Zulkuf Gezen: Em tevlî Newrozan bibin

Şeyhmûs Gezen ê ku bavê Zulkuf Gezen ê yê ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke fedaî kir, got ku, “Zulkuf ji bo azadiya vî gelî dawî li jiyana xwe anî. Divê gelê Kurd xwedî li vê çalakiya Zulkuf derkeve.”

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê Zulkuf Gezen çalakiyeke fedaî kiribû. Malbata Zulkuf Gezen ji bo Cejna Newrozê bang kir.

Şeyhmûs Gezen ê ku bavê Zulkuf Gezen e got ku “Gelê Kurd di serî de divê hemû beşên civakê tevlî Newrozê bibin. Zulkuf ji bo azadiya vî gelî dawî li jiyana xwe anî. Divê gelê Kurd xwedî li vê çalakiya Zulkuf derkeve.”

Gezen diyar kir ku divê sala 2019’an bibe sala azadiyê ya gelê Kurd û ew ê jî tevlî Newroza Amedê bibin.