Malbata Aktaş ê ku li Îmraliyê dimîne: Tecrîd demildest dive rabe

Malbata Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê dimîne, got, ji ber ku agahî jê wernagirin bi fikar in, xwestin ku demildest tecrîd rabe û grevên birçîbûnê geş bibin.

Ev 20 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd tê danîn, ji 2009'an girtiyên bi navê Şeyhmus Poyraz, Bayram Kaymaz, Cumalî Karsû, Hasbî Ozdemîr û  Hakkî Aplan danîn. Ji van girtiyan 3 jê heta 2015'an li cem Ocalan man, piştre 3 jê şandina Girtîgeha Tîpa F'yê ya Tekîrdagê, ên din şadin Girtîgeha Tîpa F'yê. Li şûna girtiyên ku ji cem Ocalan hatin dûrxistin diviya 5 girtiyên din bidana. Hin girtiyên PKK'ê ji girtîgeha ku lê diman daxwazname ji saziyên têkildar û wezaretan re şandin, xwestin ku biçin Imraliyê.

Li ser vê navên nû diyar bûn; Mehmet Saît Yildirim, Omer Hayrî Konar, Çetîn Arkaş, Nasrûllah Kuran û Veysî  Aktaş. Ev navên ku di xebatên Ocalan de ji bo ku pê re alîkar bi wê bi peywira sekreterya rabûna, 15'ê Adara 2015'an ji Imraliyê hatin derxistin. Yek ji girtiyan  Mehmet Saît Yildirim ku çûyî Imraliyê ji ber sedema nexweşiyên tendiristiyê ji ber ku tim diviya bihata kontrolkirin, hate dîtin ku şertên Imraliyê jê re ne baş in, şandin Girtîgeha Tîpa D'yê ya Amedê. Her wiha, girtiyên bi navê Nasrûllah Kuran û Çetîn Arkaş, bi îdîaya ku 'agahiyê digihînin derve' sirgûnî Silîvriyê kirin. Li şûna van sirgûnan li ser daxwaza Ocalan girtiyên PKK'ê Hamîlî Yildirim birin Îmraliyê.

EV 4 SAL IN AGAHIYÊ JI WAN NASTÎNIN

Niha li Îmraliyê ji bilî Ocalan, girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî di bin tecrîdê de ne. Veysî Aktaş ku ev 4 sal in ne malbat, ne parêzer û ne jî vasiyên xwe dîtiye, ev 24 sal in girtî ye. Aktaş ê ku ev 4 sal in ti agahî nestandiye beriya niha sirgûnî gelek girtîgehan hate kirin. Li gorî bavê wî Abît Aktaş kurê wî Veysî beriya niha sirgûnî girtîgehên Burdur, Adiyaman, Elbîstan û Kirikkalayê kirine. Bav Aktaş got heta ku kurê wî li van girtîgehan bûye, bêyî ku pirsgirêk derkeve kurê xwe didît û ev 4 sal in ti agahî jê nestandine.

'ERDOGAN DIXWAZE QIR BIKE LÊ BI SER NAKEVE'

Bav Aktaş li ser polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Imraliyê got, ''Tecrîd zilmeke mezin e. Ev 77 salî me û min dîtiye ku dijminatiya 50 salî çawa bi aştî çareser bûye. Rojekê divê em li ser masê rûnin. Hikûmeta Tirk divê vê meselê li ser masê deyne û ji bo çareseriyê gavan bavêje. Li hêlekê dibêje, 'Kurd birayên min in' li hêla dî Kurdan dikuje. Biratî û kuştin ji hev dûr in. Erdogan îro divê ne bi tecrîdê û kuştinê, bi aştiyê were cem gel. Erdogan bila li hikûmeta beriya xwe bifikire. Aqûbeta wan çilo bûbe ya Erdogan jî wê wilo bibe. Erdogan dijminatiyê li Kurdan dike û dixwaze qira wan bîne. Ev polîtîka ti caran bi ser nakeve û wê bi salan bidome.''

'TECRÎD RABE PIRGIRÊK NAMÎNE'

Aktaş diyar kir ku beriya niha kurê xwe didît û wiha domand: ''Her heftî telefon dida. Dema ku li me digeriya kêfxweş dibû. Lê ev 4 sal in sax e, miriye em pê nizanin. Heqê kesî tine ku vê zilmê bi me bide jiyîn. Kurê min kezeba min e. Ka bila Erdogan 4 salan kurê xwe nebîne em dizanin wê çi bike. Bila rêya me veke û em zarokên xwe bibînin. Êdî bes e. Heke bi rastî Kurdan û  Tirkan weke birayê hev dibîne naxwe bila pêşiya me negirin, em zarokên xwe bibînin. Bila tecrîd rabe.

Zimanê me Kurdî ye, hebûna me Kurdî ye, rast e. Em ti caran nikarin vê qebûl nekin. Serê me jî jêbikin em nikarin vê înkar bikin. Îro yên ku di greva birçîbûnê de jî canê xwe danîne holê. Mirovên di grevê de xwe feda dikin. Heke tecrîda li ser Rêzdar Ocalan rabe ti pirsgirêk namîne. Wê demê em ê hemû kêfxweş bibin.''

'TECRÎD RABE DIVÊ GAV WERE AVÊTIN'

Dayik Faîka Aktaş jî got, ''Hêvî dikim vê tecrîdê rakin û ji bo aştiyê gav bavêjin. Ji aştiyê xweştir tiştek tine. Di van 24 salan de ti êşeke ku min nedît nema. Rêberê me Ocalan dema ku hatî girtin, ma nehatim destgîrkirin, ma dijûn li min nehatin kirin, ma li benda rêya kurê xwe nemam..Niha jî Leyla Guven tim di bîra min de ye. Ev rewş min pir aciz dike. Ez çûm min ew dît. Ez şahidê têkoşîna wê me.''

'TI NIRXÊN MIROVÎ YÊN VÊ HIKÛMETÊ NEMANE'

Xwîşka Aktaş, Sabîha Akaş jî got, beriya ku birayê wê bibin Imraliyêj î li girtîgan tecrîdek li ser wan hebû û got, ''Her çendî me ew didîtin jî, ji halê wan diyar bû ku tecrîd li ser wan heye. Jixwe weke ku tê zanîn beriya bi 4 salan birayê min sewka wî birin Iımraliyê. Helbet bi hêvî, coşî û kêfxweşiyekê çû wir. Ez hîsên wî nikarim ji we re bibêjim. Piştî ku ew sewkî wir kirin bi heftiyekê şûn de tecrîdê dest pê kir. 4 sal in me ne dengê wî bihistiye, ne jî nameyeke jê girtiye. Ev zilm e. Jixwe 2015-2016'an me dît dijminê me çendî zilm e. Ti nirxê însanî yê vê hikûmê nîn in.''

'ÇALAKÎ DIVÊ MEZIN BIBIN'

Xwarzêyê Aktaş  Delîl Aslan jî got, ''Jixwe bi serê xwe tiştekî kelevajî bû ku xalê min û hevalên wî hatin girtin. Bi ser de rabûn 4 sal in tecrîdê li ser wan datînin. Em hemû dizanin bê ka li kû ne lê em nikarin wan bibînin. Ti cihêtî di navbeyna niha û beriya 4 salan de nîn e. Hemû azadiyên wan hatine astengkirin. Herî dawî beriya bi 6-7 salan min ew dît. Dewlet di vê mijarê de tişta ku dikeve ser mile wan pêk nayîne. Ji ber vê, greva birçîbûnê dest pê kir. Em destekê didin vê pêvajoyê. Me jî dixwest ku em di nav van çalakiyan de bin. Xwezî em hemû  Kurd van çalakiyan mezin bikin.''