Malbata Şenyaşara nerazîbûn nîşanda: Qatil ji derve digerin

Mehmet Şenyaşar got: “Derbarê Îbrahîm Yildiz ê di nava qetlîamê de cihê xwe girt, biryara girtinê heye. 3 sal in li Pirsûsê digere.

Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Selma Atabey û endamên Desteya Rêveber a Navenda SES’ê, serdana Emîne Şenyaşar a 25 roj in li ber Edliya Rihayê di çalakiya nobeda “Edaletê” de ye kirin. Rêveberên Şaxa SES’ê ya Rihayê jî, beşdarî serdanê bûn.  

Dayika Emîne Şenyaşar di serdanê de, bi girî behsa roja bûyerê ya kuştina hevjîn û zarokên xwe kir. Şenyaşar, diyar kir ku polîs ji roja ku wan dest bi nobeda “Edaletê” kiriye heya roja îro wan dişopînin û wiha bertek nîşan da: “Polîs zext û zilmê li me dike. Polîs li her derî me dişopînin. Kesên li kargeha me em qetilkirin, dû me bernadin. Ne me bişopînin, kesên em qetilkirin bişopînin. Ez dixwazim kurê min bê berdan. Kurê min bê sûce.” 

Mehmet Şenyaşar ê bi birîndarî ji bûyerê rizgar bû jî, wiha axivî: “Malbata me rastî gelek bêmafiyan hat. Birayê  min duh ji bo biçe gel dozger, daxwazname nivîsand. Lê destûr nehat dayîn ku daxwaznameyê bide. Destûrê nadin em biçin ber edliyê. Ji bo Îbrahîm Yildiz ê cihê xwe di komkujiyê de girt, biryara girtinê heye. Lê ev 3 sal in li Pirsûsê digere. Ji ber ku apê wî parlamenterê AKP’ê yê nayê girtin. Her roj dikeve Şaredariya Pirsûsê û derdikeve. Hemû kes wî dibînin.” 

Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey, piştî hevdîtinê daxuyanî da û wiha got: “Ji bo ku em li Enqerê bibin dengê daxwaza “Edaletê” ya malbatê em hatin vê derê. Daxwaza malbatê ya edaletê, daxwaza me ye jî. Ji roja ewil ve em dosyayê dişopînin. Ligel ku 2 sal û 9 meh bi ser bûyerê re derbas bûn jî, hîna neheqî û bêmafî li malbatê tê kirin. Em bang li hemû rêxistinên civakî, pişeyî, saziyên civaka sîvîl û sendîkayan dikin ku piştevaniyê bidin malbata Şenyaşar. Yên ku nebin hevparê qirîna Emîne Şenyaşar dirûne.”