Malbata Şenyaşar: Rojekê ew ê bêne darizandin

Malbatan Şenyaşaran a ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin kuştin li Nobeta Edaletê dewam dike wiha got: "Ên ku ev bêedaletî kirine helbet wê rojekê bêne darizandin."

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Dadgeha Rihayê salek e berdewam e. 

Di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê êrîş birin ser malbata Şenyaşar. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin kuştin, Ferît Şenyaşarê kurê wê bi birîndarî ji qetilamê filitî. 

Malbata Şenyaşar, roja 402'an a nobeta 9'ê Adara 2021'ê dest pê bû careke din hat ber dadgehê. 

Malbata Şenyaşaran li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam par kir: 

"Dinya, medyaya civakî ji bo kêf û şadiyê bi kar tîne. Em jî wê, ji bo kirina bangê li wijdanê rayedaran; ji bo xwestina heq, hiqûq û edaletê bi kar bînin. Ên ku ev nehuqûqî kirine helbet wê rojekê bêne darizandin."