Malbata Şenyaşar nerazîbûn nîşanî îddîaya ‘bazariyê’ da

Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatibûn qetilkirin di Nobeta Edaletê de ne, bersiv dan îddîayên rojnamevan Bariş Terkoglû yê ku gotibû malbatê li Navenda Giştî ya AKP’ê hin hevdîtin kiriye.

Emîne Şenyaşar a ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Sirûca Rihayê parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurên wê qetil kiribûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşîê de birîndar bûbû li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobetê kiribûn. Nobet di 9’ê Adara 2021’an de hatibû destpêkirin û di roja 465’an de didome. Malbatê bersiv da îddîayên ku di çapemeniya Tirk de hatine weşandin.

Ferît Şenyaşar diyar kir ew 4 sal in ji bo edaletê têdikoşin û ji xeynî MHP’ê bi hemû partiyên siyasî re civiyane.

Şenyaşar got “Em bi parlementeran re diaxivin. Carinan em lêgerîna xwe ya li edaletê li Enqereyê jî didomînin. Dema em tên Enqereyê ji xeynî MHP’ê em bi hemû navendên giştî yên partiyan re rûniştin. Malbata me hate qirkirin û piştre îftîra li me hate kirin. Ji bo ku heqîqet derkeve holê, em bi hemû kesan re rûdinên. Doza me dozeke mirovî ye, rewşeke li ser partiyan e. Ji bo vê têkoşînê me deriyê xwe ji tu kesî re negirt.”

Ferît Şenyaşar diyar kir ku ji bo berdana birayê wî Fadil Şenyaşar ê ku 4 sal in di hucreya yekkesî de ye, wan tu bazarî nekirine. Şenyaşar got “Ji bo pêkanîna hiqûq û edaletê em piştgiriyê ji hemû kesan dixwazin. Li holê bêhiqûqtiyeke mezin heye. Hê jî doz nehatiye vekirin. Birayê min di hucreya yekkesî de ye. Heta ku edalet pêk neyê, em tu lihevkirinê qebûl nakin. Bi fermana kesên ji jor birayê min 4 sal in girtî ye. Ji dêvila ku divê ji xweparastinê were darizandin, hatiye girtin. Heke edalet pêk were wê birayê min were berdan. Hinek rojnameven derbarê lêgerîna me ya li edaletê hinek nivîsan dinivise. Me deriyê xwe ji tu kesî re negirtiye. Em bi hemû kesan re rûdinên. Ne bi tenê bi partiyan, em bi kesên xwedîwijdan, saziyên sivîl ên civakî, parêzvanên mafên mirovan re jî rûdinên. Li holê bêhiqûqtiyeke mezin heye. Heta ku ev bêhiqûqtî ji holê ranebe, em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Daxwazên me hiqûqî ne. Êdî bila edalet pêk were, bila birayê min were berdan.”