Malbata Şenyaşar li 'dozgerekî wêrek' digere

Malbata Şenyaşar ku ji malbata wan 3 kes ji hêla AKP'yiyan ve hatin kuştin û ji bo ku komkuj werin darizandin nobeta adaletê digire, helwest nîşan da û got dozgerekî wêrek nîne ku hesasb bipirse.

Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurên wê ji hêla zêrevan û xizmên wekîlê AKP'ê Ibrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê wê Ferît nobeta xweq ya çalakiyê ev 139 roj in didomînin.

Ji ber ku roja şemî-yekşemê ye malbata çalakiyê li mala xwe ya Pirsûsê didomîne.

Malbata Şenyaşar weke berê îro jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir.

Di peyamê de wiha hate gotin: ''Tevahiya dîrokê adaletê şadî daye civakê, bêadeletiyê jî hilweşandin, tinebûn aniye. Malbata wekîlekî li nexweşxanê komkujiyê dike. Dozgerekî wêrek nîne ku hesab bipirse. Hemû Tirkiye li vê bêadaletiyê dinere.''