Malbata Şenyaşar: Kujer ji ber ku AKP’î ne têne parastin

Malbata Şenyaşar got, "Ji ber ê ku qetilam kiriye parlamenterê partiya desthilatê ye, kes dengê xwe nake."

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve di 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşarê ji qetlîamê bi birîndarî filitî, 407 roj in berdewam e. Malbat, danê sibehê ji mala xwe ya li Pirsûsê da rê, hat li ber Dadgeha Rihayê, li ser pêlikên dadgehê dest bi nobedê kir.

Ferît Şenyaşar diyar kir ku gera wan a li edaletê di bin zilm û zordariyê de berdewam e û wiha pê de çû: "Qetlîam di saziyeke dewletê de hatiye kirin. Rayedar tev bi bûyerê dizanin lê ji ber ku yê qetlîam kiriye parlamenterê partiya desthilatê ye kes dengê xwe nake."

Malbat li ser hesabê medyaya farazî yê xwe parkirineke wiha kir: "Ji malbata me kuştina sê kesan di nexweşxaneya dewletê de wek ku ne bes be îcar gera me ya li edaletê li ber ‘Qesra Dadgehê’ ji xwe besê vegotina kesayeta xemsar a otorîte û hêzê ye. Li hember pergala edaletê ya bi erka xwe ranabe sekina me li ber dadgehê 407 in berdewam e."