Malbata Şenyaşar: Heta ku ev zîhniyet biguhere em ê têbikoşin

Malbata Şenyaşar got, "Li Rihayê zilma dadgeriyê di meha Remezanê de jî dewam dike. Heta ku ev zîhniyet biguhere em ê têbikoşin."

Emîne Şenyaşar a ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Haîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, nobeda xwe ya edaletê dewam dike.

Îro roja 393'an a çalakiyê bû, lê belê Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyê nekarî amade be. Çalakî ji aliyê Ferît Şenyaşar ve hate dewamkirin.

Li ser hesabê medya dîjîtal a malbata Şenyaşar de ev daxuyanî hate dain, "Li Rihayê zilma dadgeriyê meha Remezanê jî dewam dike. Heta ku zîhniyeta ku serweran diparêze bê guhertin têkoşîna me wê dewam bike."