Malbata Şenyaşar: Ev mejî wê li Rihayê têk biçe

Malbata Şenyaşar got, "Bila rayedarên ku nikarin edaletê pêk bînin, li ber xwe bikevin. Ev mejiyê ku jinedîtî ve tê wê li Rihayê têk biçe."

Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, ji 9'ê Adara 2021'ê û vir ve çalakiya Nobeda Edaletê dike. Çalakî di roja 631'ê de ye. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya li Pirsûsê berê xwe dan pêşiya edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya nobedê kirin.

Li ser hesabê medya dîjîtal ê malbata Şenyaşar de hate gotin, "Tov biçîne, eger şî nebe bila ax ji xwe şerm bike. Daxwaza dayikê edalet e, rayedarên ku nikarin edaletê bi cih bînin bila li ber xwe bikevin. Mejiyê ku mirovan ji nedîtî ve tê wê li Rihayê têk biçe."