Malbata Şenyaşar: Dozgeran qanûn ji xwe re kirine darê zorê

Malbata Şenyaşar roja 405'an a Nobeta Edaletê li ber neheqiyê rabû û got, "Dozgeran qanûn ji xwe re kirine darê zorê."

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku ji heman êrişê bi birîndarî filitî, saleke li ber Dadgeha Rihayê çalakiyê dikin.

Çalakiya Nobedê 9'ê Adara 2021'ê dest pê kiribû. Malbatê dawiya hefteyê ji ber ku dadgeha Rihayê girtî ye çalakiya nobetê ya roja 405'an li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir. 

Malbata Şenyaşar, di hesabê xwe yê Twitterê de Walîtiya Rihayê bi etiket kir û ev peyam par kir: 
 
"Qetilama di Nexweşxaneya Pirsûsê ya Dewletê de li bajarekî din bibûya, dozger wê bi heman awayî tevbigeriyana?. Hêj jî êrişkaran diparêzin, ku wan kesan êrişî ambûlansê kirin û birîndar li ser sedyeyan qetil kirin. Dozgeran li Rihayê qanûn ji xwe re kirine darê zor û zilmê."