Malbata Şenyaşar: Divê em bi hev re li ber neheqiyê rabin

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên di sala 2018'an de hatin qetilkirin çalakiya Nobeda Edaletê dike, ji bo rabûna li ber neheqiyê bang kir.

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, ji 9'ê Adara 2021'ê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobedê dike.

Ji ber ku dawiya hefteyê edliye girtî ye, malbata Şenyaşar di roja 629'an a Nobeda Edaletê de li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe dewam kir.

Li ser hesabê medya dîjîtal ê malbata Şenyaşar peyamek hate dayin û hate gotin, "Kê kiribe, divê em li ber neheqiyê rabin. Tevî her tiştî jî em ê xwe bêhêvî nekin."