Malbata Şenyaşar: Di nava zilmê de cejn nabe

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin bi mehan e nobedê digire, bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand û got, "Di nava zilmê de cejn nabe."

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê sala 2018'an ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo edaletê nobedê digrie.

Malbatê di roja 133'an a çalakiyê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobedê kir. Çalakiya îro li cejnê rast hat, lewma bi navê malbatê peyamek hate weşandin.

Di peyamê de wiha hate gotin, "Her kes ketiye pey Cejna Qurbanê. Lê dayik li edliyeyê li pey edaletê ye. Di nava zilmê de cejn nabe!"