Malbata Şenyaşar 550 roj in daxwaza edaletê dike

Malbata Şenyaşar ku xizmên wan li Rihayê hatin qetilkirin, 550 roj in di Nobeta Edaletê de ye.

Emîne Şenyaşar ji bo hevser û du kurên xwe yên 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên wekîl AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, ji 9'ê Adara 2021'ê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê dike.

Ferît Şenyaşar di roja 550'î ya Nobeta Edaletê de hate ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobedê kir. Dayik Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyê nekarî tevlî çalakiyê bibe.