Malbata Şenyaşar 401 roj in nobedê digire

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar 401 roj in dewam dike. Malbatê bal kişand ser zilma Erdogan.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman komkujiyê de birîndar bû, ji 9'ê Adara 2021'ê ve li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya nobeda edaletê de ye. Çalakiya malbata Şenyaşar îro di roja 401'ê de ye.

Dayika Şenyaşar tevî kurê xwe serê sibehê ji mala xwe ya li Pirsûsê bi rê ket û hate ber edliyeya Rihayê. Malbatê pankarta bi nivîsa "Du ewladên min û hevserê min li nexweşxaneyê qetil kirin! Kes nehatiye girtin! Bi fermana serweran kurekî min 4 sal in di hucreya yek kesî de tê hiştin. Ez dixwazim ku kurê min tavilê bê berdan. Edaleta ji bo malbata Şenyaşar edaleta ji bo her kesî ye" bi bendên beton ve daliqand û dest bi nobedê kir.

Di hesabê medya dîjîtal ê malbatê de jî navê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Walî Abdûllah Erîn hate pêvekirin û ev peyam hate weşandin, "Yên ku 400 roj in bi dayika di ser 65 salî re li ber edliyeya Rihayê rondikan didin barandin gelo Misilman e? Gelo rojiyê digirin? Dayikên wan hene? Wijdanê wan hene? Vê zilma ku bûne sedem ji zarokên xwe re dibêjin?"