Malbata Şenyaşar 33 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin bi bîr anî

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin, têkoşîna xwe ya edaletê didomînin, 33 kesên ku 7 sal berê li Pirsûsê hatin qetilkirin, bi bîr anî.

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsa Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kiribû. Di encama êrîşê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bibû di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.

Nobeta Edeletê di roja 499’an de dewam kir.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî têkildarî Komkujiya Pirsûsê ku 33 ciwan hatibûn qetilkirin ev peyam parve kir: “Heta ku bêedaletî bidomin, wê êş û hêsirên çavên dayikan xelas nebin! Em 33 rêwiyên hêviyê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. #surucicinadalet herkes için adalet #Suruc7Yıl #ŞenyaşarAilesineAdalet.”