Malbat: Zarokên me mafdar in, divê tecrîd bi dawî bibe

Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne gotin, "Zarokên me mafdar in, daxwazên wan daxwazên me ne."

Malbatên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, li Şaxê Dersimê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Serokê ÎHD'ê yê Dersimê Gurbuz Solmaz daxuyanî da û bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven. Solmaz anî ziman ku rewşa Guven di asta krîtîk de ye û got: "Em dixwazin daxwazên girtiyan bi cih bên anîn û demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe."

Şerîfe Kiliç a 65 sali jî diyar kir ku kurê wê Bariş Kiliç li Girtîgeha Tîpa F a Xarpêtê girtî ye û 124 roj in di greva birçîbûnê de ye. Kiliç anî ziman, rewşa tenduristiya girtiyên di grevê de xerab e û wiha got: "Ez bang li Serokomar Erdogan û Wezîrê Dadê dikim û dibêjim. Tecrîdê rakin. Bila êdî aştî pêş bikeve."

Dayika Kazim Kit ê ji 1'ê Adarê de di greva birçîbûnê de Feride Kit jî anî ziman ku kurê wê bi nexweşiya Hepatit B ye û wiha got: "Tecrîd şer e, zilm e. Hêsirê çavên dayikan e. Daxwazên zarokên me mafdar in. Bila tecrîd bi dawî bibe. Mehek e em nikarin razên. Bila êdî kes nemire û aştî pêş bikeve."

Dayika Nihat Kasûn ê ji 1'ê Adarê de di grevê de ye Bedriye Kasun jî anî ziman ku kesên di grevê de rewşa wan xerab dibe û wiha got: "Ger ku hinekî bi rehm bin û wîcdanê wan hebe wê tecrîdê rakin. Em ji ber rewşa girtîgehan bi fikar in. Em dixwazin daxwazên me û zarokên me pêk bînin. Bila zarokên me nemirin û tecrîd bi dawî bibe."