Malazgîrt: Dewleta Tirk êdî dewleteke çete ye

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt diyar kir, ku wesfa dewletê bi Tirkan re nemaye û got, "Veguheriye dewleteke çete ku ji DAÎŞ û El Nûsrayê pêk tê."

Amed Malazgîrt ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk veguheriye dewleteke çete.

DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ KURDAN DIKE

Malazgîrt bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker çend sal berê dest bi plansaziyekê kir û got, "Hewl didin vê plansaziyê gav bi gav bixin meriyetê. Ya rast êrîşên dewleta Tirk ne tenê li dijî HPG'ê ne. Ev yek ji bo me eşkere ye. Dewleta Tirk êrîşî tevahiya Kurdan dike, hedefa xwe tevahiya Kurdane. Bi vê yekê planeke nû amade kirine û hewl didin vê yekê bixin meriyetê."

'YEKANE GEFA LI SER SÎNOR DEWLETA TIRK BÛ'

Malazgîrt di vê çarçoveyê de bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Kurd li Rojava bûn xwedî desketî. Dewleta Tirk ev yek dît. Ev destketî ne tenê yê parçeyekî Kurdistanê bû, destketiya hemû parçeyên Kurdistanê ye. Di nava têkoşînê de ya li Rojava ji her gelî mirov hene. Ji Ereban, Kurdan, Tirkmenan, Suryaniyan û gelek pêkhateyên din mirov hene.

Tirkiyeyê ev yek li dijî xwe weke gefekê dît û îdîa kir ku êrîş li dijî wan tê kirin. Ev îdîaya xwe jî bi salan dom kir. Li dijî van gotinên wan kesî tiştek negot. Halbûkî heta niha ji Rojava kevirek jî ber bi wan ve nehatiye avêtin. Lê belê dewleta Tirk her roj li Rojava Kurd şehîd xist. Hêzên QSD'ê bersiva an êrîşan jî nedan. Bi devkî bersvi dan bêguman, lê belê hêzên QSD'ê kevirek jî neavêtin. Ji ber ku nexwestin bahaneyekê bidin destê dewleta Tirk. Li ser sînor gefek hebû, lê belê ew gef gefa dewleta Tirk bû. Dewleta Tirk bi xwe gefe."

'ÊDÎ WESFA DEWLETÊ BI DEWLETA TIRK RE NEMAYE, VEGUHERIYE DEWLETA ÇETE'

Malazgîrt bal kişand ser 'herêma ewle' ya ku qala wê tê kirin û got, "Niha jî dibêjin 32 kîlometre. Kûrahiya ji 32 kîlometre û dirêjahiya ji 400 km'yî divê hêzên YPG û QSD'ê vekişin. Peyama ku bi vê yekê dixwazin ragihînin ewe 'Li van herêman destketiyên Kurdan hene. Me xwestin ku van destketiyan bi destê DAÎŞ'ê ji holê rakin. Nebû, niha jî divê hûn bidin me naxwe em ê Kurdan hemûyan tine bikin'. Kes jî nabêje, çi karê te li xaka hinekî din heye? Kes li vê napirse. Kurd bi hezaran sal in li wir in. Niha hinek destketiyên xwe afirîn û dewleta Tirk dixwaze van ji holê rabike.

Welatparêziya gelê Rojava xurte. Li ku deverê têkoşîneke Kurdan hebe gelê Rojava bi rengê madî û manewî bi her rengî piştevaniya wê têkoşînê kir. Li Bakur an jî Başûr kengî têkoşîneke Kurdan hebû gelê Rojava hemû derfetên xwe seferber kir. Fedakariyên mezin kir. Niha her kes eger li dora Rojava li hev kom bûbin sedem ev yeke. Divê bi vî rengî be.

Em dibêjin 'dewleta Tirk' lê belê li gorî min Tirk êdî dewlet nînin. Dewleta wan veguheriye dewleteke çete ya ji çeteyên DAÎŞ û El Nûsra pêk tê. Leşkerên wan bi xwe jî bûne leşkerên ku bi pereyan şer dikin. Ji bilî dewleteke çete ti wateya xwe nîne."

'ŞERÊ LI DIJÎ DEWLETA TIRK ŞERÊ LI DIJÎ DAÎŞ'Ê YE'

Fermandar Malazgîrt bal kişand ser metirsiya DAÎŞ'ê û got, "DAÎŞ li dijî tevahiya dinyayê metirsî ye. Ji bo tevahiya dinyayê mijareke girînge. Ji bo Kurdan jî girînge. Divê Kurd şerê xwe yê li dijî DAÎŞ'ê bidomîne. Ya rast eve. Ji xwe şerê li dijî dewleta Tirk tê wateya şerê li dijî DAÎŞ'ê. Çend roj berê di televîzyona K24 de dîmenê DAÎŞ'iyekî hate weşandin. Di dîmen de DAÎŞ'î dibêje, 'Em li bendê ne ku dewleta Tirk me rizgar bike ku em jî ji devera mane bidomînin û armanca xwe pêk bînin'. Di dîmenekî din de jî hin DAÎŞ'iyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine birin dibêje, 'me mirovên xwe rizgar kirin' û bi vî rengî naxwazin DAÎŞ'iyan eşkere bikin. Ev eşkere ye û her kes pê zane."

'ARMANCA WAN A RASTEQÎN MÛSIL Û KERKÛKE'

Malazgîrt der barê plana dagirkeriyê ya dewleta Tirk de got, "Hûlûsî Akar beriya çend rojan nexşeyek nîşan da ku tê de Mûsil û Kerkûk jî hebûn. Ev yek armanca wan nîşan dide. Weke ku dibêjin êrîş ne tenê li dijî Rojava ye. Di nava hedefa wan a rasteqîn de Mûsil û Kerkûk jî hene. Dikarin vê bikin, nikarin bikin, kengî dikarin bikin an na, ev yek mijareke niha ya nirxandinê nîne. Lê belê armanca wan bi vî rengî ye. Bi dîtina min dewleta Tirk xwest li Mûsil, Kerkûk û Şengalê bi pêş ve biçe û piştre êrîşî Rojava bike. Lê belê berxwedana gerîla li pêşiya vê yekê bû asteng. Lewma êrîşî Rojava kirin. Niha jî plana wan bi vî rengî ye."

Malazgîrt destnîşan kir ku êrîşên li dijî Rojava destpêka hin hesabên li dijî Mûsil û Kerkûkê ne û got, "Eger li Rojava bi ser bikeve û plana xwe pêk bîne, wê dor bê van deveran. Li gorî dîtina min Kurdistanî haya xwe ji vê yekê hene. Heman piştî destpêkirina êrîşa li dijî Rojava li hemû parçeyan Kurd rabûn ser piyan û helwest nîşan dan."